Her sê kantonên Rojava niha bi demê re di nava pêşbirkê de ne. Di van rojan de gelek dan û stendin hene, da ku herêma federal a Rojava li Sûriyê bête ragihandin. Bi sedan nûnerên partî û hêzên siyasî yên Kurd, Suryaniyan, serokeşîr û rewşenbîrên Ereb û rûsipî û nûnerên civakî yên Tirkmanan, beşdarî van civîn û danûstandinan dibin. Dewleta Sûriyeyê di qonaxeke dîrokî ya ji nû ve sazkirinê re derbas dibe. Sûriye mîna berê navendî û xwedî biryareke ji Şamê nabe ku hemû heremên derdorê girêdayî wê bin. Sûriyeya malbata Esed û partiya Baasê mir. 

Niha Sûriyeya nû tê holê. Ev Sûriyeya bi serkêşiya Rojava ye. Bi serkêşiya hizra Netewa Demokratîk û Biratiya Gelan e. Beşên civaka Sûriyeyê di van 5 salên şerê navxweyî de gelekî dûrî hev ketine. Nema ti beş dikare qedera xwe teslîmî beşê din bike. Loma çareseriya herî baş forma xweserî yan jî fedralî ye. 

Li dijî vê yekê dewleta tirk û Erebistana Siûdiyê disekinin. Dewleta tirk ji ber dijatiya xwe ya heta mirinê bi Kurdan re û Erabistana Siûdiyê jî ji ber dijayetiya hizra demokratîk û azadiyê. Ew dewleteke navendî ye û bi sîstemeke paşketî ya qiraletiyê bi rê ve diçe. Çespandina forma federaliyê ji aliyê Rûsya û DYE´yê ve hate eşkerekirin. Alternatîfa parçebûna Sûriyeyê û dewamiya şerê mezhebî û neteweyî, geşbûna terora DAIŞ´ê û El Nûsraye, tenê pêkanîna forma federaliyê ye. 

Ev yek li ser zimanê mezintrîn berpirsên Washington û Moskovê hate gotin. Jixwe rêveberiyên van her 2 welatan êdî ji rewşa li Sûriyeye bêzar bûne. Ew dixwazin di zûtirîn dem de ev welat aram bibe û hemû alî tenê yek karî bikin, ew jî şerê li dijî terora islamî ye. Xweseriya Rojava bi hemû pêkhateyên xwe ev demeke dewrî formeke giştî ya ji bo tevahiya Sûriyeyê bûye. Bi riya damezrandina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û hêzên QSD´ê, Rojava ji bo tevahiya welatê Sûriyeye bûye hêviyeke mezin. 

Niha bi riya îlankirina forma federaliyê û girtina her 3 kantonan a di nava xwe de, êdî Rojava li tevahiya heremê dibe aktorekî sereke. Ji bo Rojava zêdetir xurt bibe û karibe hebûna xwe biparêze, divê hemû pêkhate beşdar û amede bin. Bi taybetî pêkhateya Ereb divê zêdetir hebûna xwe diyar bike. Bi riya beşdarbûna hemû pêkhateyan, Rojava dikare rewamendiya xwe û demokratiya tecrûbeya xwe bi her kesî bide qebûlkirin.

Lê divê were zanîn ku rejîma Beşar Esed, her weha muxalefeta Şamê ya nijadperest dê bi hemû hêza xwe li dijî federaliya Rojava bisekinin. Rejîma Esed dê hewl bide alîkariyê ji Îranê û muxalefet jî alîkariyê wê ji Tirkiyê bigire. Jixwe ne dûr e ku rejîm û muxalefet li ser dijayetiya Kurdan û federaliya Rojava li hev bikin, wek çawa ku niha Enqere û Tehran li hev dikin. Karê herî girîng yê ku niha li pêşiya Rojava ew e ku pêkhateyên Ereb, Suryanî û Turkmenan zêdetir beşdar bike. Ew hêzên marjînal yên xwe firotine dewleta AKP´ê û Erabistana Siûdiyê, çi Kurd, çi Ereb, divê ji vê pêvajoyê werin bidûrxistin. Mînak ENKS ya ku li dijî Rojava di nava xiyanetê de ye, divê mîna xetereke mezin were dîtin û ji bo ewlekariya gel di bin çavan de be.

Hêza QSD´ê ya ku hevkara koalîsyona navnateweyî ya li dijî DAIŞ´ê ye, divê zêdetir were xurtkitin û hejmara şervanên wê yên Ereb, Suryanî û Turkmen zêde bibe. Çareserî bêyî Kurdan û Rojava nikare peyde bibe. Lê divê ev tecrûbe ji hundur ve were xurtkirin û yekîtiya pêkhateyan cihê xwe bigire. Wekî din, li dijî DAIŞ, El Nûsra, rejîma Esed û dewleta Tirk, dê berxwedan hebe û desteka eskerî û diplomatîk ji gelek welatan dê ji bo tecrûbeyê were dayîn…