Di kongreyê de, pêşî dîwan hate hilbijartin. Mijarên sereke yên kogreyê pêvajoya siyasî, rapora xebata salekê û hilbijartin bûn. Ji 120 delegeyên ku tevlî kongreyê bûn 3 jê jin 7 kes ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin.
Serokê Konfederasyona Komeleyên Kurd ên lI Ewropayê (KON-KURD) Îsmet Kem axavî û diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke krîtîk de ye. Kem diyar kir ku divê hemû berpirsyartinên ji bo vê pêvjaoyê bêne bicihanîn.
Kem diyar kir ku ew rexnedayina kêmasiyên berê çêbûne, didin û ji van kêmasiyan ders derxistine û da zanîn ku ew ê bi awayeke xurtir û çalaktir di xebatên dema pêş de cih bigirin.
Piştî Kem, Mustafa Sari axivî û bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û destnîşan kir ku dema xwebirêxistinkirinê ye
Piştî axaftinên hatin kirin, rêveberiya FEKAR’ê ya nû hate hilbijartin. Ji 120 delegeyên ku tevlî kongreyê bûn 3 jê jin 7 kes ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin.
ZURÎH