FIRAZ BARAN / KOLN

Felicitas bi xwe Elman e. Navê wê bi Latînî ye û maneya wê jî bextê xweş e. Felicitas 17 salî ye û diçe lîseyê (Gymnasium). Li eyaleta NRW´yê niha betlaneya dibistanê ye. Lê Felicitas wexta xwe ji bo Kurdan terxan kiriye.

Ji 14´ê Cotmehê ve ciwanên Elman û Kurd çalakiyekê bi hev re dikin. Her roj di navbera saet 12:00 û 18:00´an de li cem Katedrala Domê konê xwe vedikin.

Felicitas li vî konî axaftvanan dide nasîn, bang li xelkê dike. Li ser Rojavayê Kurdistanê ew bi xwe jî dipeyive û agahdar dike.

Felicitas endama Internationale Jugend (Ciwanên Înternasyonalîst) e û di nav komiteya Defend Rojava dixebite. Ev şeş meh bûne ku wan kampanyayeke bi navê RiseUp4Rojava (Ji bo rojava rabe ser piyan) daye destpêkirin. Felicitas piraniya caran xebatên vê kampanyayê dimeşîne. Me jî xwest wê nas bikin.

Bi şehadeta Ivana Hoffmann

Felicitas, te kengî Kurd nas kirin? Wê wiha li me vegerand: “Min Kurd 7´ê Adar a 2017´an nas kirin. Ivana Hoffmann şehîd ketibû. Hevalên min qala Ivanayê kirin. Bi rêya Ivana min li ser Kurdan lêkolîn kir.

Me jê pirsî ka ji kengî ve ev qasî çalak e: “Ev sal û nîveke ez di nav çalakiyan de me. Berê me ji bo Erfînê çalakî li dar xistin. Niha jî ji bo Rojavayê Kurdistanê hemûyî em li vê derê ne.

Me bi bîra wê xist, ku tatîl e, lê ew çalakiya organîze dike, wê jî got, “Ji bo Elmanan şoreşa jin û fikra ekolojiyê girîng e. Li Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê bû mînak. Ez li vir qala wan dikim. Behsa înternasyonalîstên çûyî Rojava dikim û wan didim nasîn.”

Çekan nefiroşin!

Felicita daxwazên xwe jî herî dawî wiha rave dike: “Dewleta Tirk û Erdogan êrişî sivîlan dikin. Em dixwazin ev êriş were sekinandin. Dewletên Ewrûpayê nabe ku çekan bifiroşin. Divê ew di warê aborî û dîplomatîk de li dijî Tirkiyeyê biryaran bidin. Ji bo ku êriş werin sekinandin em jî wek raya giştî destekê bidin Rojava û piştgiriya navneteweyî derxin holê.”