Li Amedê jinek derket sûran xwest xwe bikuje. Jina navê wê nehat zanîn got, ew nikare debara xwe bike û ji ber vê dixwaze xwe bikuje. Li navçeya Sûrê ya Amedê, jina xwest xwe ji ber pirsgirêkên aboriyê bikuje û navê wê nehat zanîn, bala welatiyan kişand. Kesên di hewara wê de çûn xwestin wê rawestînin. Di vê navberê de tîma agirkujiyê hat cihê bûyerê û tevî polîsan xwestin wê qanih bikin. Di vê navberê de tîmên agirkujiyê li ser îhtîmala xweavêtina jinê li jêr branda vegirtin. Lê di encama danûstendina bi qasî saetekê de jinik hat qanihkirin û ew birin Nexweşxaneya Selahaddîn Eyyûbî ya Dewletê. AMED