Feraset hê jî neguheriye
Şerê Sêyemîn ê Cîhanê yê li Rojhilata Navîn diqewime, li rewşa Kurdan asê maye. Ev yek jî radixe pêş çavan ku çareseriya pirsgirêka Kurd wê li gorî berjewendiyên hemû gelên Rojhilata Navîn be.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Serokomarê Komara Kurdistan a Mehabadê, Qazî Mihemed di salvegera darvekirina wî de bi bîr anî û got, „Feraseta beriya 71 salan, hê jî neguheriye. Xweranegirtina li jiyana demokratîk a gelê Kurd a li Efrînê ya bi çand û nasnameya xwe, nîşaneya vê rastiyê ye.“
KCK’ê di daxuyaniyeke nivîskî de Serokkomarê Komara Kurdistanê ya Mehabadê, Qazî Mihemed, birayê wî Sadrî, pismamê wî Seyfî Qazî yên hatin darvekirin, bi bîr anî.
Feraseta beriya 71 salan, hê jî neguheriye
KCK’ê destnîşan kir ku Komara Kurd a Mehabadê dixwest di nava Îranê de bibe komareke xweser û wiha dewam kir: „Wê wextê di nava Yekîtiya Sovyetan de komarên xweser hebûn. Damezrînerên Komara Mahabadê jî xwestin ku di vê mijarê de bi desthilatdariya Îranê ya wê demê re li hev bikin, lê belê ji ber feraseta dewletparêziya netewe û neteweperestiya modernîteya kapîtalîst, ji bilî têkbirina komarê û darvekirina lîderên wê, nêzîkatiyeke din a polîtîk nehate nîşandan. Ev polîtîka li kevneşopiya dîroka Îranê nayê ku di dîroka Îranê de gelên cuda weke nasnameyên xwe û rêveberiyên xwe yên otonom, qebûl dike. Darvekirina mirovên ku mafên siyasî û neteweyî yên Kurdan diparêzin, nêzîkatiya li Kurdan ku yek ji gelên herî qedîm ê Rojhilata Navîn e, radixe pêş çavan. Feraseta beriya 71 salan, hê jî neguheriye. Xweranegirtina li jiyana demokratîk a gelê Kurd a li Efrînê ya bi çand û nasnameya xwe, nîşaneya vê rastiyê ye.“
Çareseriya pirsgirêka Kurd kîlît e
Her wiha KCK’ê da zanîn ku pêkanînên sed salan nîşan dan ku ne komkujî, ne îdam, ne jî pêkanîneke din nekarîye hebûn û pirsgirêka azadiyê ya Kurdan ji holê rake û daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: „Pirsgirêka Kurd îro dijwartir ketiye rojeva Rojhilata Navîn. Şerê Sêyemîn ê Cîhanê yê li Rojhilata Navîn diqewime, li rewşa Kurdan asê maye. Ev yek jî radixe pêş çavan ku çareseriya pirsgirêka Kurd wê li gorî berjewendiyên hemû gelên Rojhilata Navîn be. Zext, zilm û komkujî ji bilî afirandina dijminatiya navbera gelên bi sedan salan bi hev re dijîn, bi kêrî tiştekî din nayên. Ji ber vê yekê, girîng e ku welatên herêmê vê rastiyê bibînin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rengekî berpirsyar tevbigerin û polîtîkayeke çareseriyê ya maqûl destnîşan bikin. Ev yek beriya her tiştî wê li berjewendiyên wan bê. Dema ku pirsgirêka Kurd çareser bû, wê were dîtin ku pirsgirêkên din jî yek bi yek wê bi hêsanî çareser bibin.
Em ê Kurdistanê azad bikin
Di salvegera darvekirina Serokkomarê Komara Kurd a Mehabadê Qazî Mihemed û siyasetmedarên din ên Kurd de, rexnedayineke di vê çarçoveyê de wê ji bo hemû gelan bi xêr be. Em Qazî Mihemed û yên hatine darvekirin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û careke din soz didin ku em ê Kurdistanê azad bikin û Rojhilata Navîn demokratîk bikin ku ev yek hesreta wan bû.“
ANF/BEHDÎNAN