
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku feraseta tevkujiyê li ser Kurdan ferz dike hêna didome û wiha hate gotin: " Îro li Kurdistanê mînakên komkujiya dema Dêrsim, Şêx Seîd, Agirî û 33 guleyan berdewam dikin û feraseta dagirkeriyê, înkar û qirkirinê didome. "Dewleta tirk, hukumeta AKP’ê û Fethulah Gulen di erefeya 2012’yan, sersala nû de, gelê Kurdistanê xiste nava xemgîniyeke mezin.
‘Encama fetwayên Gulen e'
KONGRA GEL di daxuyaniya xwe de ragihand ku tevkujiyeke bi pîlan pêk hatiye û hedef gelê Botanê ye. Her wiha hate diyarkirin ku ev tevkujî encamên polîtîkayê AKP'ê ne û wiha hate berdewam kirin: "Di komkujiya ku bi balafirên şer ya li Botanê, li herêma Qilebanê pêk hatiye de, 35 mirovên me yên sivîl hatin qetilkirin. Ev plansaziya komkujiyê di heman roja ku li Enqerê civîna MGK’ê çêbûye de, pêk hat. Di şeva heman rojê de, bi balafirên şer herêm bombebaran kirin. Ev komkujî bi xwe jî encamên fetweyên AKP’ê û Fethulah Gulene. Ev bi xwe sûcekî mirovatiyê ye, lê her wekî her car, dike û lê xwedî jî dernakeve. Em van komkujiyên hovane bi tundî şermezar dikin."
'Pratîka xwediyê lêborînên sexte'
Di peyama KONGRA GEL de bi taybetî li ser dirûtiya AKP'ê hate rawestîn û polîtîkayên AKP'ê yên ji bo xapandinê wiha hatin rawe kirin: "QaşoErdogan ji bo komkujiya Dêrsimê, derdikeve lêborîna xwe ya sexte dixwaze û diyar dike ku li dijî qewimîneke wisa ye. Heta komkujiya Mereş û Sêwasê jî bûye rojev. Di pêvajoyeke wisa de, komkujiya Qilebanê jî pêk tîne. Serokatiya artêşa tirk, dibêje ku ji me re îxbar hat û me lêxist. Ev nîşan dide ku hemû Kurd di hedefa wan de ne. Li gorî fetwa xwe bi ser Kurdan de tên û komkujiyan pêk tînin. Heman ferasetê Li Qendîlê jî 7 endamên malbeteke sivîl bi bombebarana balafiran, qetil kirin.
Pêwîste gelên Tirkiyê jî êdî van komkujiyên faşîzane bibihîse, bibîne û xwedî helwest be. Her wiha divê raya giştî û hemû saziyên navneteweyî jî bêdeng nemînin û werin vê komkujiyê lêkolîn bikin. Eger li welatekî din bûya di mijarên wisa de hukumet îstîfa dikin û berpirsiyar têne darizandin. Lê dema ku mijar dibe Kurd û Kurdistan bêdengî çêdibe."
'Komkkujiyên nû diceribînin'
KONGRA GEL di daxuyaniya xwe de ragihand ku tevkujiya pêk hatî ji weke hewldaneke ceribandina tevkujiyên nû ye û banga xwedîderketinê li gelê Kurd kir: "Em weke gelê Kurdistanê, pêwîste bi hemû hêza xwe xwedî li gelê Botan, Qileban û gundên Bêcih û Roboskiyê, derkevin. Ji bo dilsoziya bi van zarok û ciwanên vê komkujiyê re û li dijî zordarî, înkar û qirkirinê, divê em rabin û vê rabûnê jî bikin destpêka azadî û bihara Kurdan. AKP’ê û dewleta tirk komkujiyên nû li ser Kurdan diceribînin. Hemû Kurd pêwîste vê baş bixwînin û li gorî wê helwesta xwe raber bikin. Îro, dem dema berxwedanê ye. Pêwîste li her çar perçên Kurdistanê, derveyî welat û li ku dera cîhanê Kurd hebin, li hemberî vê komnkujiyê bikevin nav berxwedaneke neteweyî."
ANF/BRUKSEL