Ji bo şoreşa Rojava
Welatiyê bi navê Dilgeş Aslan da zanîn ku di salên borî de jî li zozanên feraşînê 15'ê Tebaxê hatiye pîrozkirin û bi hezaran kes tevli van pîrobhayian bûne, dê pîrozbahiyên îsal bi hêztir derbas bibe û wiha got: "Em li bendê ne ku bi deyhezaran kes tevli van pîrozbahiyan bibin. Sedema vê yekê jî dê van pîrozbahiyan ji bo Şoreşa Rojava pêk bê. Ji ber wê jî ji bo tevlibûnê em hemû gelên li Kurdistanê dewetê van pîrobahiyan dikin."
Aslan diyar kir ku roja 15'ê Tebexeê hem ji bo azadiya gelê Kurd û hem jî ji bo gelên di Rojhilata Navîn de rojek dîrokî û girînge û wiha domand: "Di destpêkê de ji bo azadiya gelê Kurd rojek girîng e. Ji bo xwedîderketina pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin girîng e. Ev pêvajo ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo azadî û wekheviya hemû gelên Rojhilata Navîn girîng e.
Aslan da zanîn ku ji bo kesên bên pîrozbahiyê cihên wan hene û wiho pêda çû: "Dê kesên ku bên pîrozbahiyên 15'ê Tebexê, zozanên Feraşîn û xweşikiya wê ya dîrokî jî bibîne. Her wiha ji bo xwedîderkitina li gundên ku hatine valakirin tevlibûn girîng e."
Li benda tevlîbûne ne
Welatiyê binavê Îsmet Aslan (45) jî diyar kir ku herêma Feraşînê qadek mezine û cihek dîrokî û xwezaye. Aslan anî ziman ku Feraşîn ji bo herkesî herêmek girîng e û wiha got: "Di salên 90'î de me ji ber çewisandina dewletê koç kir. Mê koçî bajarên mezin kir, lê li bajaran jî em gelek mexdûrbûn. Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya demokratîk û çareseriyê da destpêkirin em vegeriyan gundên xwe."
Aslan anî ziman ku 15'ê Tebexê ji bo Kurdan rojek dîrokî û girîng e û wiha domand: "Divê Kurd li rojên xwe yên girîng xwedî derkeve. Di destpêkê de em dixwazin, welatiyên Colemêrg, Bêşebab û Wanê bên xwezaya Feraşînê bibînin. Ji bo li 15'ê Tebexê xwedî derkevin em ji 7'ê heta 70'ê salî banga herkesî dikin û tevli pîrozbahiyan bibin."
HASAN YOLDAŞ / DÎHA/WAN