
Piştî ku min romana Bextiyar Elî ya Qesra Balindeyên Xemgîn xwend min xwe mîna balindeyekî ku Kameranê Selma ji wan diyarên dûr anîbû, kiribû nava qefesê de hîs kîr. Ez asê mam. Êdî nema deng ji min derket! Bêgûman min dawiya romanê texmîn dikir, dema min dest bi romanê kir lê dîsa jî dema di nav pelên romanê de bi pêş ve çûm, êdî ketim nava jiyana wî bajarî û çûme dema kevir penîr bû! Car caran Xanî hat bîra min, ew evîna ku di dawiya wê de gihaştina du evîndaran ne pêkan e. Ya rastî Xanî sedemên negihaştinê di karekterê Beko de bi me dide xwendin, lê Beko nîşaneya gelek tiştan e. Di bingeha gelek roman, helbest, fîlm û şanoyan de mebesta evînê ne gihaştina hev e! Evîn rêyek e ku evîndar tê de wek rêwiyekî dimeşin û pirr sedem derdikevin hemberî wan ku ew her du evîndar negihîjin hev! Jiyan ne mîna ku mirov di pirtûkan de bixwîne, di şano û filman de temaşe bike yan di helbest û stranekê de guhdarî bike; jiyan ew e ku mirov tê de dijî û wan tiştên ku diqewimîn heta hestiyên xwe hîs dike! Ne hêsan e! Jiyîn, evînek e! Deynana riknê dostaniyê ne hêsan e! Ji diya xwe hezkirin ji bavê xwe hezkirin ji xwişk û birayên xwe hezkirin û bi tevahiya wan re di welat, bajar an jî di gundekî de jiyaneke bextewar ne hêsan e! Hela hela di demeke wisa de qet ne hêsan e! Ya rastî dibe ku demeke wisa hêsan çênebûye û dibe ku çênebe jî! Heger ji Xanî heta Bextiyar Elî du evîndar di welatekî azad de nikaribin evîneke azad jiyabin, dibe ku ji îro pê ve jî ti evîndar nikaribin bijîn. Evîn hesteke dijwar e, mirov mîna agir dişewitîne. Îcar welat û nexasim civak jî dijwar be, encam her gav wê Zîn be yan jî Sewsen be! Wê her gav Mem û Kameran wenda bin!
Cemşîd Xan ên li dora me
Peşî min romana Bextiyar Elî ya Apê min Cemşîd Xan ku bê ew li ber xwe dibir xwend. Çi cara ku ba dihat, ez li ezman li Apê Cemşîd Xan digeriyam! Ez jî mîna wî, çi bayê dihat li ber diçûm, li pey şopa wî digeriyam lê rojekê jî min ew nedît! Lê dema min dev ji şopa wî ya azman berda û min li ser rûye azman nihêrî ku Apê Cemşîd Xan li dora min pirr in. Jiyan mîna bayekî mirovan li ber xwe dibe! Yên ku hay ji vê hene dibe ku xwe bi singê erdê ve jidahî bigire û nehelê pel di jiyana wî de bilebite. Lê hin kes hene ku ba mîna pela darê ji cihê wê rake û li ber xwe bibe, dijîn.
Îcar min hewl da ku ez Sewsena nazdar û delalîka mala Fikret Guldançî bibînim. Wê rûyê wê yî xweşik, wê bejna zeîf û nexweş. Min xwe li bajaran da, li kolanan da, kuçe kuçe geriyam. Çawa ew her sê evîndarên Sewsen xwe li rûye dinyayê dan û balindeyên ku Sewsena delal ji wan dixwaze jê re werînîn, min jî xwe li dinyayê da ku ez rûyekî bibînim ku teşbîhî rûyê Sewsen bike. Çi keçika ku di ber min re derbas bû min li rûyê wê nêrî! Min li destên wê nêrî! Min li meşa wê nêrî! Gelek caran min hewl da herim bi wan re biaxivim, ka ma gelo hûn Sewsen nas dikin? Lê min kir û nekir min Sewsen di vî zemanî de nedît!
Piştî demekê min xeletiya xwe nas kir. Min gera xwe li ser Sewsena delalîka mala Guldançî deyna bû. Lê ev şaş bû! Gera min ya Apê Cemşîd çawa bi encam bû, ev gera min ya Sewsen jî wisa bi encam bû. Dema min çavên xwe vekir min nêrî ku der û dora min tijî Sewsen in! Erê, dibe ku rûyên wan ne mîna Sewsenê bin, lê qedera wan yek bû û ew bi xwe hatin, ez kirim xemgîniyeke kûr! Ez li pey Sewsenê welat welat digeriyam, lê welatê min bi Sewsenan dagirtî ye. Xwedêyo, ma Zînê têrî te nedikir? Ma Xecê? Ma çima te ev qeder deyna eniya Sewsena delalîk? Te çima qedera xweşikên welatên min li ser vê êşê deyna? Te çima dilê Mem û Sîyabend û Kameranê min li ser rûyê erdê hişt û te ew kirin heft qat binê erdê?
Karakterên bajarên me ne
Çi cara ku ez romanekê diqedînim ez ji xwe re difikirim ka nivîskar ev karakter çawa ava kirine. Dema kêfa min ji karekterên wan re jî tê, îcar hesûdî dest pê dike. Ez vekirî bibêjim, dihesidim ji wan. Bi rastî ez ne nivîskar im, lê dîsa jî ew giyana ku ew tê de dijîn, bala min dikişîne û ez bi kêfxweşî pirtûkên wan dixwînim. Bextiyar Elî begûman yek ji wan kesan e ku ez ji avakirina karekterên wî hesidîme. Kameranê Selma, Mengure Babegewre, Sewsen Fikret, Fikret Guldançî, qîzên wî û kurê wî, Mensûr Esrîn, Xalid Amûn û yên din mîna karakterên di bajarên me de dijîn.
Sewsen jixwe bê dê mezin bûye. Keçikeke bêdeng û tenê ye. Di serê romanê de tenê dest bi jiyanê dike û heta dawiya romanê jî tenê dimîne. Em dikarin bibêjin, tenêtî qedera wê ye. Lê bes ev tişt heye ku her çi qas Sewsen tenê jî be, xeyalên wê gerdûnê jî derbas dikin. Jineke zana û ji xwe bawer e. Ji xweşikbûne zêdetir girîngiyê dide zanebûnê. Roman li ser xewn û xeyalên Sewsena delal dimeşe. Xeyal û xwestekên Sewsen dibe jiyana wî bajarî. Bajar piştî ku pê dihise ku sê xwazgînî li devê deriyê mala Fikret Guldançî rêz bûne, êdî bajar ji formata xwe ya berê derdikeve, vediguhere tiştekî din. Bingeha vî tiştî Sewsena xweşik çêdike. Kêm axaftin û bêdengiya Sewsen ji zanebûna wê tê. Min bêdengî û tenêtiya Sewsen hinekî dişiband Bêrîvana Fîlmên nemir ê Yilmaz Guney.
Fikret Guldançî mirovekî dewlemend e û qedr û qiymeta malbata wî li cem wî pirr heye. Kesekî xwende û zana ye. Di jiyana Kurdan de wek bav xwedî mînakeke kêm e. Cudahiyê naxe navbera keç û kuran û ne bavekî otorîter e. Mirovekî zana û ji xwe bawer e.
Kameranê Selma, kêrbazekî bajêr e, ciwanekî xwîngerm e. Ji ber tişta ku dixwaze dikare çavmiç mirovekî bide ber kêran. Karekterekî ku mirov dikare li her welat û şarî bibîne. Eşîreke wî nîne. Hêza xwe ji xwe digire. Çavsorbûna wî serê wî dike belayan, lê wî jiyana xwe li ser vî tiştî ava kiriye. Heya Sewsena Delalîk nas dike, jiyan êdî ji bo wî vediguhere tiştekî din.
Mensûr Esrîn, ciwanekî pak û delal e. Wêrek e lê ne çalak e. Temsîla romantîzmê dike lê jiyan ji romantîzmê dûr e û rastî her diçe xwe li ber çavên wî dide xuyakirin. Guhertin di Mensûr Esrîn de bi awayekî cuda xwe dide der. Karekterekî kûr e. Ji malê tenê ew kur e. Qedrê wî heye. Ew jî mîna Kameranê Selma ne xwedî eşîr e lê hunermendên bajêr lê xwedî derdikevin. Li ser stran û helbestan çêdikin lê dîsa jî rastî xwe dide der û Sewsena delalîk Mensûr Esrîn naneqîne.
Xalid Amûn, xwedî eşîreke mezin û dewlemend e. Kesekî tolaz û ji xwe bawer. Dikare her tiştî li wî bajarî bike, lê tenê nikare bigihije Sewsena delal. Ji ber dewlemendbûna xwe baweriyê tîne ku wê Sewsen bejê wî erê, lê rastî xwe li ber wî jî dide der. Çawa romantîzm Mensûr Esrîn xilas nake dewlenmendbûn û xwedî eşirtî jî Xalid Amûn xilas nake. Jiyan êdî vediguhere tiştekî din. Xalid Amûn heger temsîl di cih de be, bi awayekî dibe Bekoyê Sewsena xweşik û Kameranê Selma. Xalid Amûn di dawiyê de têk diçe. Dîsa hêza xwe ne bi xwe lê bi girêdayî dewlemendbûn û eşîra xwe digire dest. Ev jî sedema sereke ya têkçûyîna wî ye.
Rehma Xwedê li Yusuf Keywar be
Mengure Babegewre, çîrokbêjê çîrokê Yusuf Keywar. Şêwirmendê Kameranê Selma. Bavekî bê kur. Bavekî bê kur ku Kameranê Selma ji xwe re wek kur bijartiye. Ji serê romanê heta dawiya romanê li tenişta Kameranê Selma sekiniye û jê re alîkar bûye. Jiyana Mengurê Babegewre bi temamî di wî şerî de derbas bûye. Dema li Kameranê Selma dinêre ciwantiya xwe dibîne û heta dawî dixwaze jê re bibe alîkar. Bîra jiyana wî hew Yusuf Keywar e. Di her axaftina xwe de jê mînakê dide û rehma Xwedê lê tîne. Karekterekî cuda ye. Dikeve nav karên xirab de lê dîsa jî mirov jê hez dike.
Saqî Mehmûd û Mistefa Hejar, du hunermendên mezin yên şar. Şêwirmendên Mensûr Esrîn e, romantîk ku bandora wan herdu hunermandan jî li ser wan heye. Ev her du karekter jî wek Mengure Babegewre zêde di romanê de neyên hîskirin jî bandora xwe ya li ser Mensûr Esrîn romanê diyarde dike.
Bi rastî karekterên romanê pirr in û hemû jî bi hev ve giredayî ne. Her yek ji wan jiyanek e, her yek ji wan tehmeke din e. Pêşniyaza min ew e ku hûn pirtûkê bixwînin û xwe bikin nava vê jiyanê û bi van karekteran bi tehma vê jiyanê bitamijin.
Karekterekî xurt e şar
Ez dikarim bibêjim, di vê romanê de karekterê herî sereke şar e. Ew şarê ku Enfal jiyaye. Ew şarê ku birakujî di kolan û sikakên xwe de ditîye. Ew şarê ku xwîna birakujiyê axa wê av daye. Ew şarê ku bêhna sêvên bi jahr tevlî ewrên wê bûye. Ew şarê ku goristanên wê ji şêniyên wê zêdetir e. Ew şarê ku dema mirov difikire jî tevzînok dikevin laşê mîrov! Ew şarê ku di her mala wê de êşek ji Enfal û birakujiyê heye. Erê karekterê sereke yê vê romanê li gorî min ev şar e. Dever di her beşa hunerê de girîngiya xwe derdixe der. Carinan nayê xuyakirin, carinan jî mohra xwe li ser wê beşa hunerî dixe. Di romanê de mohra xwe lê daye. Tu bê dever nikarî bigihîjî hestên karekteran. Dever di vir de carinan mîna balindeyekî azad difire, carînan jî dibe Beko û dikeve nava evîndaran. Were, li şarekî bifikire ku nikare du evîndaran di hembêza xwe de xwedî bike, wan bi mal bike û wan şad bike! Şarê Kurdistanê an jî Kurdistan bi xwe di vê rewşê de ye. Ji Mem û Zînê bigire heta Sewsena delal û Kameranê Selma! Heta welatekî mirov yê azad nebe, mixabin mirov nikare evîneke azad û bêêş bijî! Roman di xwendina xwe de vê gotine jî bi me dide gotin!
Şarê mirov jiyana mirov e. Mirov xwe di şarê xwe de nas dike. Li wî şarî ji dayik dibe û termê wî li axa wî şarî bi cih dibe. Bingeha jiyana xwe li şarê xwe datîne. Xewna xwe ya jiyanê ku pêk bîne li wî şarî dibîne. Li bin heyv û stêrka wî şarî radizê. Yekem hevaltiya xwe li şarê xwe datîne. Lîstokên xwe li kolan û sikakên wî şarî dileyîze. Yekem car dil dikeve yekî. Yekem car dibêje keçikekê an kurekî ‘Ji te hez dikim’ yekem car gulekê dide destê keçekê. Yekem lêdana xwe li wî şarî dixwe. Li wî şarî yekem car digirî ji ber êşekê û yekem car dema ji wî şarî derdikeve, xwe tenê hîs dike û dest bi girî dike. Werhasil, şarê mirov hebûna mirov e. Mirov di wî şarî de çêdibe û çêdike!
Sê evîndar navgîneke Sewsenê ne
Her sê karekterên me jî di vî şarê bi êş û qehr de xwe nas kirine. Yekem car derketina wan ji şar li ser xwesteka Sewsena delalîk pêk hatiye. Sewsena xweşik him nexweş e him jî nikare bi serê xwe derkeve derveyî şar, ji ber ku jin e! Sewsena delal xwestina xwe ya dinyayê bi rêya van her sê evîndarên xwe bi cih tîne. Ew dizane mirov çi qas dinyayê nas bike ew qas xwe nas dike. Ew qas mirovî nas dike ew qas li xwe vedigere û têkiliyên xwe ew qas baş datîne. Sewsen dizane ku ew her sê evîndarên wê li şar bimînin ew ê jî di nav vî şerî de xwe wenda bikin û wê bibin mirovên ji rêzê. Sewsen dixwaze wan ji şar derxe û bi çavên wan parzemîna dinyayê bibîne ji devên wan çîrokên deverên cuda bibihîze, bêhna wan deverên dûr li ser laşên her sê evîndarên xwe bêhn bike.
Bûyer ji bûyeran diwelidin roman jî ji wan
Hûnandina romanê mîna hûnandina fîlmekê ye. Pirr kêfa min jê re hat. Jixwe, di serê romanê de bûyer diqewime. Ew bûyer êdî bi xwe re bûyerên din tîne û roman her diçe di nav bûyeran de dewam dike. Bûyera yekem dema diqewime di dikaneke şar de diqewime. Dikan ji min re qet biyanî nehat. Axaftinên Kameranê Selma sekna Mengure Babegewre û hestên Mensûr Esrîn ên ku di navbera erê û nayê de diçûn û dihatin destpêke xweş bû. Mirov di wê demê de li şerê du dîkan temaşe dike û carinan dil diçe ser Mensûr û carinan jî digot, welle Kameran mafdar e, lê dawiya romanê ti pirs di serê min de nehişt ku ez li ser bifikirim bibêjim gelo kîjan evîndar bi rastî ji Sewsena delalîk hez dikir. Di serî de mirov dibêje, aha welle wê Mensûr Esrîn bi kêra Kameranê Selma bimire û wê serê wî bi asayîşê re bikeve bêlaye. Lê na qet tiştek wisa nabe û rewş vediguhere tiştên din. Kêra ku Kameranê Selma li Mensûr Esrîn da jiyana her duyan pê re ya Xalid Amûn jî dixist rewşeke din û ew bi ber xwe naskirinê ve birin.
Di nava hûnandinê de ti karekterên ku Bextiyar Elî afirandibûn, neketin valahiyê. Dever û karekterên xwe pirr li hev hatî hûnandine. Tesfîra cih bi awayekî fantastîk çêkiriye. Têkiliya karekter û deverê pirr hêzê didin hev. Çayxaneya Pepûley Azad û çîrokên Mengure Babegewre yên Yusuf Keywar tehma şarên Kurdistanê dide mirov. Mirov bi rastî dixwaze li wê çayxanê bi Mengurê Babegewre re rûne û li çîrokeke Yusuf Keywar guhdarî bike.
Xeta romanê ya hûnandinê ti caran kêm an jî zêde nabe. Heta dawî di halê xwe de dimeşe; ji bûyera pêşî ya kêrê heta dawî ku Kameranê Selma jiyana xwe ji dest da. Carcaran pirsin diketin dilê min. Min digot, gelo wê Sewsena delalîk kê bijêre. Vê pirsê heta dawiya romanê xwe bir. Carinan min digot Sewsena xweşik kesî nabijêre û wê roman wisa biqede.
Derketina her sê evîndaran ya ji şar hinekî fantastîk bû. Çûyina deverên wan jî cihên dûr bûn. Bextiyar Elî qet ji nava şar derneketiye. Çi agahiya ku ji wan her sê evîndaran dihatin li ser nameyekê xêzkirî dihat. Her çi qas em di nava romanê de hevaltiya rêwitiya her sê evîndaran nekin jî di giyana Sewsencan de em jî bi wan re wê rêwîtiyê dikin. Em bi wan re didin dûv balindeyan, em xefkê bi wan re datînin. Em bi wan re li bin stêrkên asîmên radizên. Bi wan re birçî dimînin. Bi wan re em bi şevekorî di rêyên çiyayan de dimeşin. Bi rastî di romanê de ev rewş baş tên hîskirin.
8 salên qederê û êşa jinê
Gelo heşt sal di emrê dinyayê de çi qas cihê xwe heye? Di heşt salan de dinya çi qas tê guhertin. Kîjan bûyer yan çend bûyer di heşt salan de dihêle ku jiyana şarekî ew qasî were guhertin. Were, li şarekî ji dayik be ku dîroka wê bi şer û pevçûnê hatiye hûnandin. Were, li şarekî bi zarokatiya xwe bijî ku ji aliyê zordestan ve hatiye bombebarankirin. Were, li şarekî bi ciwantiya xwe bijî ku şerê birakujiyê tê de zîl daye û were li wî şarî bijî û bibêje bila guhertin tê de nebe! Ji bo welatekî mîna Kurdistanê guhertin ne bi rojan bi saetan pêk tê. Li welatekî mîna Kurdistanê zaro hê di zikê diya xwe de bi diya xwe re can didin. Li welatekî mîna Kurdistanê, gor ji bo ciwanan yan li ser çiyayekî rût yan bin tahteke hişk yan jî li geliyekî bêxwedî ye! Şarê vê romanê dilê Kurdistanê ye.
Jinên vî welatî ji destê şer û mêrantiyê pirr êş kişandiye. Erê, yên ku şeran çêdikin û tên kuştin dibe ku mêr bin, lê yên ku him tên kuştin him jî êşa wan dikişînin jî jin in. Sewsena xweşik jinek ji wan jinên welat e. Di şerekî bê wate de birayê xwe ji dest daye. Ji şer û nezaniya mêr aciz bûye. Jiyana xwe asê kiriye û xwe ji hemû kesan dûr xistiye. Êşa Sewsen a delal êşa welatekî hemûyî ye. Yên tê dilê xwe berdide erdê û giyana xwe dide ber ewran ji xwe diçe, lê yên ku bi rastî êşê dikişîne ew in ku li pey wan dimînin. Sewsena keça Fikret Guldançî ew bermayî ye.
Êdî ev êş Sewsenê hayil dike. Dixwaze ciwanên şar ji vî şerî dûr bike. Diçe dikeve nava şer de. Diçe ser meytekî û bêhna mirinê dike. Ew mirina ku wê were serê her zindiyî lê dîsa ew mirina ku li vî welatî bê dem tê serê her zindiyî! Sewsen wek jinekê bê watetiya şer nas dike û dike ku mêr jî binase lê mixabin hê ji mêr re dem heye ku vê xeletiyê binase. Sewsena delalîk li gorî xwe çaresariyê dibîne û çi kesên ku qedr dide wan, heta ji destên wê tê, wan ji şar dûr dixe. Wan bi rê dike welatên dûr ku herin xwe li wir nas bikin û di nava vî şerî de wenda nebin. Di dawiyê de jî dizane ku şer qedera vê axê ye û xwarzêkê xwe bi destên xwe bi rê dike!
Piştî ku min roman qedand demeke dirêj ez li ser romanê fikirim. Ne roman lê rewş ez aciz kirim. Ev rewşa ku Kurd tê de dîsa ez li dor xwe fitilandim. Dîsa min silavek da Ehmedê Xanî, ez çûm ser gora wî min xwe di nav rûpelên Mem û Zînê de wenda kir. Min qurtek ji ava bîra Melayê Cizîrî vexwar! Ez çûm ber Feqiyê Teyran min qala Balindeyên Sewsena delal kir. Ez li nav dîwanên Seydayê Cegerxwîn li dermanê derdê Kameranê Selma geriyam. Ez diçûme ku, li xwe vedigeriyam û min got, evîn ne encamek e. Evîn rêyek e ku mirov karibe heta behnê li ser rûye dinyayê bide di wê rêyê de bimeşe.