Fêrgeha Kurdî dest bi weşana vîdeoyan dike
Ji bo fêrkirina kurdî ya dema krîza koronayê de di ser înternetê re, Fêrgeha Kurdî hatibû amadekirin. Vîdeoya pêşî ya Fêrgeha Kurdî îro tê weşandin.
Komek ciwan vê xebata platforma online çêdikin. Di vê çarçoveyê de ji bo kesên ku qet bi Kurdî nizanin û ji bo kesên dixwazin Kurdiya xwe bi pêş bixin, wê vîdeoyên perwerdehiyê werin belavkirin. Bi saeta Amedê saet 19’an û bi saeta Ewrûpa saet 18’an wê her duşem, çarşem û înê vîdeoyên perwerdehiyê bên weşandin.
Hate diyarkirin ku di demên pêş de wê li ser youtube û platformên medyaya civakî jî weşan bê kirin. https://www.youtube.com/watch?v=PxNoDsmwbTg NAVENDA NÛÇEYAN