Da ku bi hestên dilê xwe,

Ez destê wê yê nazik hine bikim
Û ez keziyê Tirbespiyê li ber eynika dilê xwe şe bikim
Dixwazim helbestekî xwe bikim berbiskek
Û deynim ser biskên Serêkaniyê xweşik bikim
Û çend gotinên tije ken
Derbasî nav kenê wê Amûda ku
Îro bi xeyalê xwe re dikene
Û gulekî ji bihara eşqa dilê xwe
Têxim nav gula wê Dirbêsiya bedew
Dixwazim bi xweliya gotinê min
Ê ku bi hesreta dişewitin
Ez çavên wê Efrînê kil bikim
Û ez parçekî ji tîrêjên roja xwe
Deynim li ser êniya Kobanê ya delal, nîşan bikim
Û gelek bîranînan bînim cem hev,
Bikim kiras û xeftanek ji sorbûna agirê Newrozan
Û di her biharan de diyarî bejna Qamişloka xwe bikim
Dixwazim jê re bêjim Rojava
Tu hêjayî ku tu derbasî govenda azadiyê dibe
Tu hêjayî
De kerem bike derbasî vê helbesta min bibe
Bi xwe û bi keç û xortên xwe
Ew kolanên te ye rojê tên behna biharan
Helbest pê re nagihînîn ku pesnê wê bidin
Min tayekî ji pora te ya hevrîşîm avête ser tembûra vî dilî
Da ku bistirê li ser xweşikbûna te
Hespê xeyalên weke birûskeke bi aliyê te ve tê
Ku tu tewaf bikî
Ey axa pîroz!
Çi bedewbûn heye ku li hember xweşikbûna te xwe jê ragire
Û çi awir hene ku li hemberî dîtinekî te neşke
Yê derdê eşqa te girtibe
Ew dizane ku çiqasî giran e
Ew dizane
Ji serhildana keç û xortê te diyar dibe bê tu kî yî
Yê ji tasa di destê te de qurtek ji ava şoreşa te vexwaribe
Ne gengaz e ku serxweş nebe
Erê ew ala ku li azmanê te diheje
Çiqasî bi te dikeve bi her rengê xwe
De li bejn û bala xwe binêre
Li bejn û bala xwe binêre
Dibe ku wê alê bi hezaran salan xwe ji te re hilabû
Ku weke îro li ezmanê te de biheje
Li ber bayê kesera te
Ewqas xweşik bûn, ewqas ciwan bûn, ewqas delal bûn
Te li ku derê veşartibû û ji nîşka ve derdixînî hêdî hêdî
Te can li du xwe de dikuştin
Dema bi dengê Mihemed Şêxo tu stranan dilorîne
Te can li du xwe de dikuştin
Dema tu bi restê Cegerxwînan
Tu keziyê xwe dihûnîne
Te şehîd li du xwe de hiştin
Dema te bi dengê Şêx Meqşûd tu ayeta xwe de tu dixwîne
Ma Rustem, ma Xebat, ma Şîlan, Mistefa, Sadiq, Rifat, Berçem,
Ma kî û ne kî?
Tu dil nemabû ku bibin aşiqê te
Hêdî hêdî gemiyek ji wêneyên şehîdê te
Di nav serhildanên te de dimeşin û gazî dikin
Evqas xweşik bûn, ewqas delal bûn, evqas ciwan bûn,
Te li ku derê veşartibû û ji nîşka ve tu derdixînî
Ma di girê Orkêş de an li Kelha Semanê de,
An di agirê sînema de,
Di dilê zarokê 12´ê Adarê de te veşartibû
De ka rê bide min ez hemû hestên xwe
Bikim genimek û biçînim li deşta Cizîrê, deşta Miştenûr
Yan ez bikim şitlek ji şitlên zeytûnê
Û biçînim li ber tehtên Çiyayê Hewarê
Ji bo tenê ez bizanibim helbestekî min heye
Ew jî di bihara te de geş dibe
Bihara azadiyê, bihara serfiraziyê,
Bihara serkeftinê, bihara gelan,
Rojava rê bide min…