Perlamenterê parlamena Herêma Kurdsitanê Ferhad Sengawî piştî ku doh bi qasî 2 saetan hat revandin, li Ofisa Parlamenê ya Silemaniyê li ser revandina xwe civîna çapemeniyê li dar xist. 

Parlamenter Ferhad Sengawî di daxuyaniya rojnamevaniyê de got, “Ev bûyera ku rûdayî bûyereke ne exlaqî bû, ji ber wê, ez ji her kesî daxwaz dikim ku erîşî ti alî an jî partiyê siyasî nekin.

Ez çûm mala birayê xwe. Ez li mala birayê xwe li hewşê bûm. Li wir çend kesan telefonî min kir û got, em dixwazin bên gel te. Min jî nekarî bibêjim neyên, ji ber ku ev ne exlaqekî min e û min jî cihê xwe ji wan re got. Parêzerên min jî ji bo ew kes bên gel min ber bi wan ve çûbûn ku wan bînin gel min. Di demekê de çend kesek hatin jorê min jî wisa fêmkir ku ew mêvan in û min merhaba da wan. Her du destên min girtin, min jî got, belkî henekan dikin, ez girtim û li ber derê hewşê ji min re gotin, em ê biçin polîtburoyê. Serê min girtin ji bo ku kes min nas neke. Min jî nezanî ev polîtburo li ku ye. Di nava wesayîtê de yekî ji min re got, li me bibore me te aciz kiriye, lê wesayîta polîtburoyê li gel te ye divê tu wê wesayîtê ji me re bînî. Min jî got, hûn dizanin ew wesayît wergerabû û nemaye lê wan ji min re got, wê demê ji me re tiştekî din bişîne.”

Her wiha parlementer  Ferhad Sengawî got, divê êdî gelê Kurd li pey qiseyên partiyan nekevin, divê li pey wan aliyan bikevin ku berhem û kar ji Kurdistanê re kirine.

Ferhad Sengawî axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê dadgeh ne serbixwe û ne dadperwerane ye, min li ser bûyerê doz venekiriye. Min kes ji wan êrîşkaran nas nekiriye lê cilê sivil li ber wan bûn. Taxê hemû bi wesayîtên xwe girtine û çekên giran yen weke doçka jî li gel wan bûn. Piştî ku ez revandim hemû kamerayên çavdêriyê desteser kirine.”

Her wiha gelek parlamenterên parlamentoya Herêma Kurdistanê jî ji bo piştgiriya Ferhad Sengawî di daxuyaniya rojnamevaniyê de amade bûn û daxwaz ji asayîşa Silemanî û YNK'ê kirin ku van kesên ev êrîş kirine, bên diyarkirin û bên cezakirin.

Hêjayî gotinê ye ku berî 15 rojan Ferhad Sengawî tevlî eniya 'Na' ya ji bo  referandûmê bûbû û ji ber ku tevlî vê eniyê bûbû YNK'ê ji nav xwe ew avêtibû.


ROJNEWS/SILÊMANÎ