Ferhenga Somerî-Kurdî/ Kurdî-Somerî ji aliyê Mamê Elî û Suleyman Yildirim ve hatiye amadekirin. Edîtorê ferhenga Somerî-Kurdî / Kurdî-Somerî û yê weşanên J&J Azad Zal derbarê ferhengê de agahî da ANF’ê û got, “Serdema ku em tê de dijîn wekî “Serdema Zanist û Teknolojî”yê tê binavkirin. Di qada teknîkî û zanistê de gelek pêşketin çêbûne û zanîn û zanyarî gihîştiye ber destê her kesên ku bixwazin bi dest bixin. Bi rêya internetê tora ragihandina zanînan ketiye hemû malan. Di derveyê îstîsnayan de cî û warên ku tora ragihandinê negihîştibê nemaye. Ev jî zanînê erzan dike û zanîn bi qasî serê pêçiyên destê mirov nêzî mirov bûye. Lê rastiyek jî heye; hemû tiştên ku di ser rêya tora ragihandinê re tên tev ne zelal in, tev ne rast in û tev ne pak û pêkan in. Ji ber ku zanînên tora ragihandinê ji hêla her kesî/ê ve dikare bê guhertin, bê zêdekirin û bê kêmkirin. Hemû kes dikarin bi riya tora ragihandinê “rastiya xwe” pêşkêşî her kesî/ê bikin.”
Zal derbarê çapkirina ferhengê de ev par kir: “Helbet rastiya her kesî/ê heye. ‘Ango rastî guherbar e.’ Lê rastiya giştî jî heye ku ev jî ji aliyê zanyariyê ve tê diyarkirin û civak jî dipejirîne.
Bi awayeke giştî mirov dikare bibêje ku ‘rastî’ di nava ‘rastiyên xwe’yî de her diçe wenda dibe û ev jî gengeşiyekê dertîne holê. Ji ber wê jî hê jî ‘rastiyeke derbasdar’ heye ku ew jî “rastiya nivîsê ya ku li ser kaxid hatiye nivîsîn” e.
Nivîsa ser kaxid nivîsa sefandî û parzûnkirî ye. Ew ê nivîsê bi dirustî û bi rastî dikare rastiyan ji mirov re vebêje. Me jî li ser vê rastiyê berê xwe da “rastiyên parzûnkirî” û me got “zanînên herî baş û pak û biqîmet zanînên ser kaxid in.” Û me berê xwe da zanyariyê. Me got; “zanînên ku di nava rûpelên qirêjî yên dîrokê de veşarî mane, em wan ji nava tariya reşaşî derînin û pêşkêşî xwendevanan bikin.”
Wekî Weşanên J&J; me heyîn û hebûna xwe li ser vê yekê diyar kir û me got; ‘Em ê ji jêderên rastiyên parzûnkirî bi rê bikevin û dakevin jêwerên qada jibîrvekirinê.’ Û me got; ‘ziman’ û me got ‘ferheng’...”

Amadekirin û çapkirina ferhengê 
Edîtorê Weşanên J&J Azad Zal derbarê amadekirina ferhengê û xebatên J&J yên bi vî rengî wisa axivî: “Rastiyên zimanzaniyê, rastiyên ferhengzaniyê, rastiyên parzûnkirî ne û giş hatine tesdîqkirin. Têkilî û pewendiya navbera zimanan herî baş bi riya ferhengan tê dayîn.
Li ser vê rastiyê me jî wekî Weşanên J&J xwest ku em têkilî û pêwendiya navbera zimanê Somerî û zimanê Kurdî bi rêya Ferhenga Somerî-Kurdî û Kurdî-Somerî pêşkêşî lêkolîner, zanist û zimanzanên Kurd û Kurdî bikin.
Ji aliyê lêkolîner û zimannasên hêja yên wekî Mamê Elî û Suleyman Yildirim ve vê Ferhenga Somerî-Kurdî hat amadekirin. Em jî wekî Weşanên J&J bi egera ku lêkolîner û zanist û kesên pêwendîdar jê sûd wergirin diweşînin.
Di vê ferhenga li ber destê we de bi qasî 1500 peyvên Somerî hene. Wateya wan a bi Kurdî hatiye danîn. Di derveyê wê de peyvên pîşeyî û çend deqên Somerî jî li dawiya pirtûkê cî digirin.  Em destpêka Weşanên J&Jyê bi vê ferhenga giranbuha û pîroz dikin û em dibêjin; “Em ê xebatên xwe yên bi vî rengî bidomînin...”
Ferhenga Somerî-Kurdî / Kurdî-Somerî ku ji aliyê lêkolîner û nivîskarên Kurd Mamê Elî û Suleyman Yildirim ve hatiye amadekirin û bi editoriya Azad Zal li Weşanên J&J hatiye çapkirin ji 176 rûpelan pêk tê û li pirtûkfiroşan tê firotin.
SÎDAR JÎR - ANF/AMED