Di destpêkê de komîsyonek zêdetirî 30 kesî ji aliyê TMMOB'a Amedê ve hat avakirin. Komîsyon ji aliyê endezyar û avahîsazan pêk tê û ji herêm, Rojava û Ewropa yê gelek kes jî şêwirmendiya xebatê dikin. Civîna yekemîn a komîsyonê di Tîrmeha 2011'an de çêbû û kesan li gorî beşên xwe peyvên teknîkî berhevkirin. Her kes li peyvên herêmên xwe pêşkêş kir. Komîsyon di destpêkê de her hefte bê navber 4 saetên diciviya û niha jî mehê carek tê ba hev û encamên xebata mehekî dinirxînin.


4600 peyv hene

Peyv û zaravên ku di jiyana rojane de tên bikaranîn ji hêla komîsyonê ve hatin berhevkirin. Bi hezaran peyv hatin berhevkirin û yên di jiyana rojane de tên bikaranîn di du fasîkulan de, bi Kurdî, tirkî û îngilîzî hatin çapkirin. Her wiha di fasîkulan de pênaseya peyvan jî hatin nivîsîn. Du Fasîkul hatin çapkirin. Ji bo Fasîkula yekemîn, Komxebata Zaravên Teknîkî di 11-15 Gulana 2012'an de hat çêkirin û Fasîkula 1'emîn de 360 peyv hebûn. Di ya 2'emîn Fasîkula TMMOB'ê de jî ji hezar 600 peyv hebûn. Komîsyon piştî du Fasîkulan biryar da ku Fasîkula 3'emîn wek ferheng bê çapkirin. Di Ferhenga Zaravên Teknîkî ku hatiye amadekirin de jî 4 hezar 600 peyv hatin hilbijartin. Her wiha pênaseyê hemû peyvan jî li hember wan hatine nivîsandin.

Bi Kirmançkî jî wê were amadekirin

Derbarê ferhengê de jî cîgirê berdevkê komîsyonê, endezyar Hemdem Dogrul têkildarî xabatên Ferhengê wiha axivî: "TZP-Kurdî jî gelek alîkarî da me. Ji aliyê redaksiyona ferhengê û bi pisporiya xwe tevlî xebatê bû. Me bi zaravaya kurmancî ev xebatan pêk anî Ev xebat hêj destpêkek e ne ku me her tiştî qedandiye. Em ê bi hevkariya TZP-Kurdî û pisporên xwe bi zaravaya kirmançkî jî ferhengek amade bikin." 

DÎHA/AMED