Sabir Ebdulahîzad: Kurdî têra xwe di nava xwe de dewlemend e. Zimanê me bêxwedî hatiye hiştin. Lazim e em xwedî lê derkevin. Divê wezîfeya sereke ya xwendekarên Kurd, xwedîderketina li zimanê dayika wan be.
LEZGÎN AKDENÎZ / MA / AMED
Nivîskar-akademîsyen Sabir Ebdulahîzad ji ber zextên dewleta Îranê neçar ma koçî Wanê bikê. Ebdulahîzade bi 4 zimanan “Ferhenga Têgehên Hiqûqa Navnetewî” amade kir.
Nivîskar û akademîsyen Sabir Ebdulahîzad ji peywira xwe ya li Zanîngeha Mahabadê hat girtin. Ebdulahîzad piştî ji wezîfeya xwe hat girtin, dewleta Îranê zext lê kirin û ew jî ji ber zextan neçar ma ku biçe li bajarê Wanê bi cih bibe. Ebdulahîzad bi zimanê Kurdî, Ingîlîzî, Tirkî û Farisî “Ferhenga Têgehên Hiqûqa Navneteweyî” amade kir. Pirtûk ji Weşanên Sîtavê derçû û ji hezar û 224 têgehan pêk tê. Yekem car e ku ferhengek wisa bi çar zimanî li ser têgehên hiqûqê tê amadekirin. Ev pirtûk ji bo hiqûqnas, akademîsyen, xwendekar û welatiyên di qada navnateweyî de xebatê birêve dibin, bûye navnîşana çavkaniyê.
Ferhenga duyem jî va ye çêdibe
Nivîskar Ebdulahîzad li ser mijarê got, “Li gelek zanîngehên cuda ên cihanê xwendekarên Kurd hene. Ji bo xwendekar bi zimanê dayika xwe xebatên zanistê bikin, min jî biryar da ku ferhengeke wiha pirrzimanî amade bikim. Ji bo destpêkê gaveke biçûk e. Lê ji bo bipêşxistina zimanê Kurdî di meydana navneteweyî de min girîngiyeke mezin da ferhengê. Wê duyem ferhenga têgehên hiqûqa navneteweyî di demeke nêz de ji Weşanên Sîtavê der biçe.”
Xwedî li zimanê Kurdî derkevin
Ebdulahîzad anî ziman ku tişta Kurdan li hev kom bike û yekîtiya neteweyî ya Kurd bîne bîne, ziman e, û got: “Ji ber vê yekê di çi warî de dibe bila bibe, divê herî kêm xebateke wan a zimanê dayikê hebe. Kurdî têra xwe di nava xwe de dewlemend e. Zimanê me bêxwedî hatiye hiştin. Lazim e em xwedî lê derkevin. Divê wezîfeya sereke ya xwendekarên Kurd, xwedîderketina li zimanê dayika wan be.”
Ebdulahîzad da zanîn ku ji bo siberoja gelê Kurd diyar bibe, lazim e ew mîrasekê ji gel re bihêlin û vê xebata xwe jî wek mîrasekê ji bo gelê Kurd bi nav kir.
Ebdulahîzad destnîşan kir ku polîtîkaya bişaftinê ya li ser Kurdan û zimanê wan zikmakî li Îranê jî didome û got, “Li Rojhilatê Kurdistanê gelek xwendekar û akademîsyen hene ji ber zextên rejîma Îranê neçar in ji warên xwe veqetin.”
Serbihuriya akademîsyenekî ji Rojhilat
Sabir Ebdulahîzad, 21’ê Îlona sala 1986’an li bajarê Urmiyê, Navçeya Mirgewerê, li gundê Dizê ji dayik bûye. Dibistana destpêkê, dibistana navendî û lîse li vê navçeyê xwendiye û sala 2006’an lîsansa hiqûqê li zanîngeha Urmiyeyê bi dest aniye. Piştre sala 2011’an ji bo dewamkirina xwendina xwe diçe bajarê Tehranê û Lîsansa Bilind a Hiqûqê (Şaxa Hiqûqa Navneteweyî) li “Zanîngeha Azad a Îslamî” bi dereceya herî baş bi dawî kiriye. Sala 2014’an doktoraya “Hiqûqa Navneteweyî” li “Zanîngeha Hemedanê” bi dest aniye. Heman salê, li “Zanîngeha Mehabadê” dest bi mamostatiya hiqûqê kiriye lê sala 2016’an ji ber sedemên siyasî ji zanîngehê hatiye avêtin û ji ber fişar û gefên rejîma Îranê, neçar maye ku Rojhilatê Kurdistanê bi cî bihêle. Ew niha li Wanê dijî.