Ferîdûna Yazar wezîfeya Serokatiya Giştî ya HEP’ê jî kiriye, û ev demek bû ku li Nexweşxaneya Guven a Enqereyê ji ber kansera pişikê dihat dermankirin. Siyasetmedar Yazar doh danê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Piştî ku hat bihîstin wefat kiriye, xizm û hezkiriyên wî çûn nexweşxaneyê. Cenazeyê Yazar ji bo veşêrin birin Rihayê.

Yazar di sala 1944’an de li Rihayê hat dinê, sala 1971’ê ji ber doza DDKO hat girtin û li Girtîgeha Amedê hat ragirtin. Sala 1977’an ji CHP’ê bû şaredarê Rihayê. Di 12’ê Îlona sala 1980´an de ji peywirê hat girtin û ew avêtin girtîgehê. Dema 7 wekîl ji SHP’ê hatin avêtin, wî ji bi 12 kesan re dest ji serokatiya bajêr berda. Yazar piştre bû Serokê Giştî yê HEP’ê, di sala 1998’an de ji ber xala 8. a Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMY) re hat girtin. Yazar di pêvajoya avakirina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de cih girt. 


 ENQERE