YAŞAR AKSÛ
ANF/ÊLIH
Albuma Ferîforya ya hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Şêrzat ji Kom Yapim û Mîr Muzîkê derket.
Hunermend Şêrzat albuma xwe diyarî şoreşgerên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan kir ku 9’ê Çileyê 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin. Hunermendê ciwan Şêrzat, li ser albuma xwe ya bi navê Ferîforya axivî.
Hunermend Şêrzat diyar kir ku şehadeta Sakîne, Leyla û Fîdan gelekî bandor li wî kiriye û got, “Dema ku li girtîgehê ez bi şehadeta wan hisiyam, min rahişt tembûra xwe û êş û kedera xwe anî ziman. Berhema Ferîforya bi vî rengî derkete holê. Ferîforya li navçeya Sasonê ya ser bi Êlihê, navek e ku li pinpinîkan tê kirin. Ev navê bedew û estetîk xweş, li têkoşîna pîroz a şoreşgerên Kurd Sakîne, Leyla û Fîdan dihat. Lewma min navê Ferîforya li albumê kir. Bi pêşniyaza dostên hêja yên li zindanê, me biryar da ku vî navî li albumê bikin.”
Bi keda hevrêyên di zindanê de
Hunermend Şêrzat anî ziman ku album ji 12 stranan pêk tê û keda bi dehan hevrêyên wî yên li zindanê di nava albumê de heye.
Hunermendê NÇM’ê Şêrzat got, bi vê berhemê, kêm jî be wî xwestiye tevkariyê li têkoşîna wan a şoreşgerî bike.
Hunermendê ciwan destnîşan kir ku ev berhema kolektîf, ji bo wî cihê rûmet û serbilindiyê ye.