Heya 8’ê Gulanê Îran wer xwe xepand ku dikarê bi zêdekirne hejemonyaya xwe di herêmê de, hûndir bê deng bike, wer bawer dikir bi destekî hesinî timî bixwazê şer li hemberê civakê bike, bi darvekirinê bixwazê tirs û xof bixe dilê gel. Lê her tişt di 8’ê Gulanê de berovajî nîşan da.
Ferînaz Xusrewanî karmendeka Hotêl Tara a li Mehabadê, li bajara ku ji bo gelê Kurd semboleke dîrokî û warê Pêşewa Qazî Muhemmed e û weke paytexta Siyasî a Rojhlatê Kurdistanê tê naskirin, destavêtina Ferînaz ji bo gel, li Mehabad û Rojhilat, gelê Kurd bi giştî dihat wateya destavêtina wan. Ji bo wî jî gel heya 2 rojan bêdeng ma, ji ber ku dixwastin fahm bikin ev pirzgirêk çî ye? Çima Hotêl Tara? Çima hûndûrê otêlê? Çima bûyer bi ser keçeke Kurd pêk hat? Piştî ne ji aliyê ne xwediyê Hotêlê û ne jî ji rayedarên dewletê, gel karê xwe kir û weke helwêst hotêl şewtinad. Şewtinandina Hotêla Tara peyamek pir zelal ji alî gel ji bo dewletê ye. Pirsa din ewe; gelo ev bûyer pilanke û bi zanabûn bûye? Hemû daneyên ku piştî bûyerê derketine nîşan didin ku beşek ji siyaseta sistematîk a delwetê bûyer li oda 409 qata 4’an qewmî û tê gotin kesê êrişkar odeyeke wî li otêlê hebûye û edamê Îtîlaatê ye û di resmiyetê de mîna mufetîşê giştî kar dike. Ji bo otêl bibe 5 Stêrk divyabû jê re xelatek werê dayîn, ev xelat jî Ferînaz e. Ev agahî tenê besin ji bo ku mirov bizanibe li wir çi qewimî ye.
Lê hin kes û aliyên rejêmê wer nîşan didin ku bûyer pirsgirêkeke tekekesî bûye û divê pir neyê mezinkirin. Yên wiha dibêjin: an bi zanabûn an bi nezanî raste rast xizmeta zihniyeta rejîmê dikin, an giraniya tişa qewmî ye hîs nakin. Yên wer difkirin an li derveyî sinorên Rojhilat hatine pasîfize kirin, ti bandoreke wan li ser vê beşê Kurdistanê nemaye. Yan berjwendiyê wan bi rejîmê re heye. Îca ev kes û derdor li derve bin an hûndir pir giring nîne. Eger dewlet wisa bifikrê tişeke asayî ye ji ber ku kuştin, darvekirin, îşkence û destavêtin karê dewletê ye. Lê karesate ew ku beşêk ji Kurdan wisa bifkirin.
Bawer dikim çend pirsên ji bo rûnîkirina armancê girîng in: Gelo derveyî rayadarên rejîmê kesêk dikarê karekî bazirganî û aborî yê mezin li herêmê bike mîna vekirine otêlêke 5 Stêrk? Otêleke 5 stêrk li bajareke ku piraniya wan xizanin wê xizmeta kê bike, sermaye û qazancê ji bo kê kom dike? Gelo li do otêke wisa de çima odeyek taybet ji bo kesêkî îtilaatê tê veqetandin? Çima wî kesî hewil da dest bavêjê Ferînaz, çi bû di destpêkê de, di şev û rojêkê de sûcdar hat windakirin? eger ev bûyereke şexsî ye, gelo bûyera Şeydan Hatemî li Zanîngeha Urmiyeyê û Reyhane Cebbarî li Tahranê çi ne? Hemû jî bûyerên şexsî bûn? Gelo îşkenceyên li Şîrîn Elemhûlî û siyaseta ferizkirina teslîmiyet û bêrûmetkirina mirovan di bin îşkenceyê de dîsa bûyerên şexsî ne. Belavkirina madeyên hişber di cografyaya Kurdistanê de dîsa bûyereke şexsî ye. Her sal kuştina bi sedan kedkarên sinor çi ye? Her sal darvekirina sedan kes çi ye? Miltarîzekirina Kurdistanê û bi taybet sewqiyeta hêzeke mezin a serbaz û cibelxane yên mehên dawî çi ne?
Ti tiştek li Kurdistanê şexsî nîne, çûkek jî li ser asimanê Rojhilata Kurdistanê nikarê bê xeberê Îtilaatê bifire. Her bûyerêke li Îranê biqewime mirov nikarê bi pîvana normalkirinê nêzik bike û şirove bike. Berovajî divê gelê Kurd û jinên Kurd hemû siyasetêke rejîmê bixe bin pirsan, li zirarên wê li ser ferd û civaka Kurd lêbikolin. Nexasim ya bi ser Ferînaz hatiye kirin siyaseteke ku hem bedenê jinê dagir dike û hem bi siyasetê qirêj dixwazê civaka Kurd bêdeng bike.
Ciwanên Kurd bi êrişa ser Otêla Tara ne tenê tol hilanîn, lê ji Îranê re zengeke şiyarkirinê lêdan ku rûmeta gelê Kurd xeta sore. Divê hilwêstên wisa ne tenê rojek her roj werê domandin. Xwe birêxstin kirin, bê navber parastina cewherî û îradeya civakê werê pêşxstin. Helwesta ciwanên Kurd, Îranê ji xewna serxoşbûna serkeftinê şiyar kir û ji rêjîma Îranê re gotin; dema hûn di şexsê jinekê de dest bavêjin rûmeta me hûnê çi qasî xwe bihêz bizanibin wê bi agirê serhildanên me bişewtin. Ev agirê serhildanê helwêsta gelê Kurde li hemberî rejîm û kesên dixwazin bi sermaye qirêj civakê dagîr biken û çanda civakê tine bikin.