Dewleta Tirk a dagirker û qirker li Şengalê êrişeke hewayî li gundekî kir. Di êrişê de xisar li gund bû û nûçeyên komkujiyekê jî belav bûn.
KCD-E: 18´ê Çile roja şemiyê beşdarî çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ên li Ewrûpayê bibin û xwedî li Şengalê derkevin.
Balafirên şer ên Tirk doh destê sibehê bombe li navenda gundekî Şengalê barandin. Ji ber bombardûmanê xisara madî çêbû, tevî ku nehat piştrastkirin jî nûçeyên şehîdên YBŞ´ê jî hene. Rêxistinên civaka Êzîdî êriş weke dewama fermanê bi nav kirin û KCDK-E´yê bang li Kurdistaniyên li Ewrûpayê kir ku roja şemiyê li dijî êrişên dewleta dagirker a Tirk li Şengalê beşdarî çalakiyan bibin.
Li gorî agahiyan, balafirên şer ên Tirk li gorî dema herêmê saet di 10:40’î de bombe li gundê Dugirê yê bajarokê Sinûnê yê Şengalê barandin. Lê saeta nûçeya me dihat amdekirin jî hîna daxuyaniyeke fermî ji YBŞ´ê û rêveberiya Şengalê nehatibû dayîn.
Di dîmenan de ku Rojnewsê weşand, tê dîtin ku bombe li nava gund ketine û xisara madî çêbûye. Di êrişê de ku zerar da malên gundiyan, her wiha wesayitek jî îmha kirin.
Saziyên civaka Êzidî êriş şermezarkirin
Saziyên civaka Êzidî yên li Ewrûpayê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişa dewleta Tirk a li Şengalê şermezar kirin û ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker bang kirin.
Daxuyanî bi navê Meclîsa Şengalê ya dervayê Welat MŞD, Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî SMJÊ, Navenda Yekitiya Komelên Êzîdî NAV-YEK, Yekitiya Êzîdiyên Suriyê YÊS, Hevgirtina Ciwanên Êzîdî HCÊ, Koordînasyona Meclîsên Gûndên Êzîdî ya Bakûrê Kurdistanê KMGK, Navenda Çanda Êzîdxan NÇÊ hate weşandin û êriş a li ser Şengalê hate şermezarkirin.
Di daxuyaniya bi navê saziyên civaka Êzidî de tê xwestin sînorê hawayî li ser Şengalê û Rojava ji bo Tirkiyê bê danîn. Çeteyên DAÎŞê û Erdogan li pêşberî dadgeha navnetewî ji ber suçên şer werin darizandin! û Neteweyên Yekbûyî NY bi komîsyonek serbixwe a lêkolînê derbasî qada Şengalê û Rojava bibe û Statuya ji bo van herêman mîsoger bike! Bang li civaka êzîdî û tevahî kesayetan tê kirin, bi rihê tifaqê û yekitiyê ji bo parastin û xwedîlêderketina nirxên olî û çandî tevlî çalakiyên şermezarkirinê bibin.
KCDK-E: beşdarî çalakiyên şemiyê bibin
Hevserokatiya Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên Ewrûpayê KCDK-E´yê jî êriş şermezar kir û got, ya çeteyên DAIŞê nikarîbûn bikin dewleta Tirk a dagirker dixwaze temam bike.
KCDK-E dixwaze Kurd hemû li dijî vê dagirkeriyê bin û bang li her kesî dike ku beşdarî çalakiyên 18 Çile bibe û xwedî li Şengalê derkeve.
NAVENDA NÛÇEYAN