Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Mehmed Goyî û gerîlayê HPG'ê Demhat Peyas ku di 14 û 15 cotmehê de li navçeya Elkê ya Şirnexê di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi tevlîbûna bi sedan şêniyên wargehê hatin bibîranîn.
Merasîma birîanîn bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bi dirûşmayên "Şehîd namirin", "Bijî Rêber Apo", "Şehîd jîn, jiyan û bêmirinin" dest pê kir. Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Hecî Kaçan sicîlên Fermandarê HPG' ê Mehmed Goyî û Demhat Peyas xwend. Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Hecî Kaçan di merasîmê de axaftinek kir. Kaçan di destpêka axaftinên xwe de sersaxî ji bo malbata Fermandarê gerîlla Mehmed Goyî û gelê Kurd xwest û wiha got: “Pêwîst e em di kesayeta şehîdan de li hemberî nirxên şehîdên xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bikin û ji her demê zêdetir xwedî li wan nirxên pîroz derkevin. Riya ku ev nîşanî me didin bilindkirina têkoşîn û xurtkirina refên azadiyê ye. Eger di welatekî de hinek canê xwe ji dest didin û ew wek nirxên herî pîroz tên binavkirin; vê demê hewce ye em jî ji her demê zêdetir xwedî li doza wan derkevin û ala azadiyê ku wan rêhevalên me bi berdêlên pir mezin hildane bilind bikin."
Piştî axaftina alîkarê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Hecî Kaçan li ser navê Malbata Mehmed Goyî xwîşka Wî Cîhan Kaplan axivî. Cîhan Kaplan got ku Mehmet şehîdê Kurdistanê ye û wiha berdewam kir: "Mehmed êdî ne yê malbatê, bi hemû hêz û mejî xwe yê partî û gelê xwe bû. Ez nikarim li ser Mehmed tiştekê bînim ziman. Ji ber ku demek dirêj bû tevlî nav refên şoreşê bibû; lewma tu tiştên wî û heta rûyê wî jî nayê ber çavên min. Ez jî wekî tevayî heval û gelê mew nas dikim. Mehmed hemû fikr û giyanê xwe bi tevgerê re kiribû yek. Ew bi jiyana rêxistinê re yek ruh û yek giyan bû. Me wek malbat girêdana xwe bi zîndan, çiyayan û bi têkoşîna Mehmed da çêkirin û me tu caran nehişt ku tenê bimîne. Em ê ji vir şûnde jî Wî bi tenê nehêlin. Em Mehmed û PKK'ê tenê nahêlin û em ê heya kêliya dawî ya jiyana xwe şopdarê vê têkoşînê bin."
Piştî axaftina xwîşka Fermandarê gerîlla Mehmed Goyî, Cîhan Kaplan hunermend Xelîl Xemgîn axivî. Xelîl Xemgîn di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji bo tevayî gelê Kurd û malbatê xwest û wiha got: "Her şehadetek careke din tîne bîra me ku em vijdanên xwe ji bîr nekin û bi hemû hêza xwe bi doza wan re bimeşin da ku em ji her demê zêdetir bi armanca şoreşa xwe ve mijûl bibin û ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin. Tişta şehîd ji me dixwazin ev e. Xwedîderketina li Rêbertî, gel û doza wan ku bi berdêla canê xwe dane avakirin."
Piştî axaftinan merasîm bi dirûşmayên "Şehîd namirin", "Bijî Rêber Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" û bi çêpikan bi dawî bû.
MEXMÛR