Şervanên YPG’ê di serî de li Serêkaniyê û li hemû bajarên rojavayê Kurdistanê berxwedaneke bêhempa nîşan didin. Di şerê bi komên çete re tê kirin de fermandar û şervanên YPG’ê şehîd dikevin. Herî dawî di şerê pêr de fermandarê YPG’ê Serhad Qamişlo di şer de bi xedarî birîndar bûbû, li nexweşxaneyê şehîd ket. Kurdistaniyên ku şehadeta fermandar Qamişlo bihîstin çûn Mizgefta Qasimo. Li ber mizgeftê alên Desteya Bilind a Kurd, TEV-DEM, PYD, YPG, Herêma Kurdistanê hatin vekirin. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Serhad Qamişlo, Lewend Qamişlo ku ew jî yek ji fermandarên YPG’ê bû û dîsa li Serêkaniyê şehîd ketibû hatin vekirin. Beriya ku darbesta fermandar Qamişlo rakin ji dengê wî gotinên ‘Gerîla me gerîla me’ hat guhdarkirin. Wê kêlîkê demên hestewar hatin jiyîn.

Cenazeyê fermandar Qamişlo, ji Mizgefta Qasimo hate derxistin û li ser milan ber bi Goristana Şehîd Delîl Saruxan a li taxa Meyselun ve bi rê kirin. Kurdistaniyan 7 kîlometreyan bi berzkirina dirûşmên ‘Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bi can bixwîn em bi te re ne ey şehîd” heta goristanê meşiyan. Der barê şerê ku li Rojava tê meşandin de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de banga yekitiyê li hemû Kurdan hat kirin û berxwedana YPG’ê ya li hemberî komên çete û leşkerên Sûriyeyê hat silavkirin.  Fermandar Qamişlo di bin dilsoziya ku wê tola wî li erdê nemîne hat definkirin. 

QAMIŞLO