Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Eyn Îsa 2 dewreyên perwerdeyê bi navê Dewreya Şehîd Bêrîtan Şedadê û Dewreya Şehîd Qorşîn ku ji bo fermandaran hatibû vekirin, bi merasimekê bi dawî kirin.
Dewreya li Akademiya Rojda Minbic bi navê şehîd Bêrîtan Şedadê 45 rojan dewam kir. Dewreya li Akademiya Şehîd Ezîz Ereb bi navê Şehîd Qorşîn dest pê kirî jî 60 rojan dewam kir. Di dewreyan de dersên bîrdozî û eskerî hatin dayîn.
Gelek fermandar û endamên YPG, YPJ û QSD’ê tev li merasîmê bûn. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî fermandar Leyla Stêrk û Kanî Xelîl axivîn. Fermandaran di serî de şervanên her du dewreyan pîroz kirin û daxwaza pêkanîna erka wan a li hemberî welat û pêkhateyên herêmê kir.
Piştî ku şervanan sond xwar, belgeyên endametiya xwe ji fermandarên xwe wergirtin.
Şehîd Bêrîtan di encama berxwedana Efrînê ya li dijî dagirkeran de şehîd bûbû û şehîd Qorşîn jî di Şerê Tinekirina Terorê ya Bagera Cizîrê de şehîd bûbû.
ANHA / GIRÊ SPÎ