Hemo, da zanîn ku yek ji berpirsyara jin a YPG’ê jî, dema cenazeyên koma êrîşkar teslîm dikirin, bi awayekî dij exlaqî hatiye girtin. Hemo her wiha got ku koma êrîşkar çeteye û wekî Artêşa Azad nabînin. 'Artêşa Sûriyeya Azad' jî diyar kir ku hinek hêzên siyasî û leşkerî ew araste kirine ku bikevin Taxa Eşrefiyeyê ya Helebê ku piranî Kurd lê dijîn, lê ketina wan xeletiyek bû.
Sîpan Hemo anî ziman ku li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê ku piranî Kurd lê dijîn aramiyek hebû, lê aliyên din ên bajêr şerê dijwar hene,lewre jî hinek alî dixwazin Kurdan jî bikişînin nava şer û ev tişt gotin: “Hem rejîm, hem jî komên çekdar dixwazin Kurdan bikişînin nava şer. Belkî têkiliya van koman bi dewletê re jî hebe û dixwaze Kurdan tevlîşer bike. Agahiyên me hene ku hinek derdor ji vana têkiliya wan bi dewletê re ye.”
'Hin komên hevkar ên Kurd hene'
Fermandarê YPG’ê Hemo anî ziman ku hinek ji van koman li derdora Heleb û Efrînê bicîh bûne û xwe wekî Artêşa Azad bi nav dikin. Sîpan Hemo, bal kişand ku têkiliya hinek partiyên Kurd jî bi van koman re hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji van jî Partiya Azadî ya Kurd e. Di nava koma êrîşkar de, Kurdên nêzî vê partiyê hebûn. Di nava kesên hatine kuştin de 7 (6 ji Efrînê, yek ji Kobanê) ji van Kurdan hene. Em aliye wan ê siyasî jî di zanin. Din ava 7 kesên me dîl girtine de jî 2 Kurd in.”
Sîpan Hemo, bang li partiyên Kurd ên behsa mijarê kir da ku daxuyaniyek bidin û hinceta vê yekê aşkera bikin û got: “Heke vê daxuyaniyê nedin, ew ê bibin şirîkên komkujiyê û helwesta me ya li dijî wan jî dê tundtir be.”
‘Em wekî Artêşa Azad nabînin'
Fermandarê YPG’ê Sîpan Hemo destnîşan kir ku ew ji aliyê xwe ve vê koma êrîşkar wekî Artêşa Azad nabînin û wiha dom kir: “ Rêzdariya me ji wan re heye. Em ji wan re serkeftinê dixwazin. Lê ev koma hane ku xwe wekî Selahaddîn Eyubî binav dikin cuda ne. Nirxek û exlaqekî wan tune ye. Komên çete ne.”
Hemo, diyar kir ku ew parasvanên gelê xwe ne, êrîşî tu kesî nakin, lê êrîş gel bê kirin, ew ê bi tundî bersiv bidin û mafên gelê xwe biparêzin.
Hemo derbarê girtina sivîlan û endama YPG’ê de jî agahî dan û ev tişt anîn ziman: “Yek ji berpirsyarên hêzên me yên Helebê ya jin, piştî pevçûnê dema cenazeyên koma êrîşkar teslîm dikirin, ji aliyê êrîşkaran ve hate girtin. Ev ne exlaqî ye. Her wiha di navbera Heleb û Efrînê de sivîl rehin hatine girtin.” Hemo, got ku di vê mijarê de hevdîtin hatine destpêkirin.
Hemo, şertên xwe yên ji niha û pê de jî wiha rêz kirin: “Şertên me yek ev komên hanê bi tu awayî nakevin taxên Kurdan û êrîş nakin. Du 2 noqteyên di navbera Efrîn û Helebê de dê bêne rakin.” Hemo, her wiha got ku ew bi van koman re tu bazarê nakin.
EFRÎN
Fermandarê 'Artêşa Sûriyeya Azad': 'Ketina Eşrefiyê şaş bû'
Alîkarê Serfermandarê 'Artêşa Sûriyeya Azad' Malik El Kurdî, diyar kir ku hinek hêzên siyasî û leşkerî ew araste kirine ku bikevin Taxa Eşrefiyeyê ya Helebê ku piranî Kurd lê dijîn, lê ketina wan xeletiyek bû. El Kurdî, destnîşan kir şerên bi vî rengî xizmeta şoreşê nakin û divê ji bo çareseriyê hemû kes di nava hewldanan de bin.
Malik El Kurdî, destnîşan kir ku piştî pevçûnê ew bixwe ji bo çaserekirina krîzê rasterast ketiye nava hewldanan û hevdîtinan pêk tîne. El Kurdî, anî ziman bi armanca ku riyek çareseriyê peyda bikin û nehêlin ev pevçûn veguhere şerê Kurd û Ereban ku dê herdu alî zirarê bibînin, bi riya aliyekî 3'yemîn ê Kurd bi YPG'ê de hevdîtinan pêk tînin. El Kurdî, got ku piştî pevçûnan li ser riya Heleb û Efrînê 400 sivîlên Kurd girtine, lê niha di nava hewldanan de ku vana serbest berdin. El Kurdî got ku di pevçûnan de ji Artêşa Azad 16 kes hatine kuştin.
'Hinek hêzên Kurd bûne sedem'
El Kurdî diyarkir ku hinek aliyên Kurd rê li ber van pevçûnan vekiriye. Li ser pisa ka ev aliyên hanê kî ne jî, El Kurdî ev tişt gotin: "Hinek hêzên girêdayî partiyên Kurdan bûne sedema van pevçûnan. Aliyên siyasî û leşkerî, bi taybetî Tabûra Seleheddînî Eyûbî. Ve tabûrê di nava Artêşa Azad de gotegota 'divê em kontrola PKK'ê li ser taxê rakin' belav kiribû. Çavdêr û şêniyên taxê dibêjin vê tabur bixwe di vê pevçûnê de hevkariya Artşe Azad kiriye û ji wana çekdarek hatiye kuştin."