Necdel Ozel jî bû Serfermandarê Giştî. Ahmet Sever da zanîn ku prosedura Necdet Ozel cuda ye û ew li benda biryana Desteya Wezîran e. Li aliye din dema terfiyên 14 generalên girtî jî salak dem hate dirêjkirin. Fermandarê Artêşa Egeyê Nusret Taşdeler ê ku der barê wi de biryara girtinê heye jî bû Fermandarê EDOK’ê.
‘Ozel tawanbarê şer e’
Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Necdet Ozel di şerê li gundê Bilikan ê navçeya Silopî ya Şinrexê de li dijî gerîlayan çekên kîmyewî bi kar anî û 20 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Her çendî dîmenên vê yekê hatin weşandin, lê çapemenî û hikûmeta Tirk bêdeng e. Ji bo vê yekê Partiya Çepgir a Alman ket nava liv û tevgerê. Komek a Partiya Çepgir a Alman ku 5 parlementerên Meclîsa Federal jî di nav de hene, banga ; “Bi generalek ku tê angaştin sucê şer kiriye, pirsgirêka Kurd çareser nabe” li Erdogan kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku generalek ku sucê şer kiriye, dibe Serfermandarê Artêşa Tirk û ev bangawazî hat kirin; “Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi van helwestên xwe çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi riyên aşitiyane asteng dike. Dema Ozel Fermanarê Cendirmeyan bû ne tenê bepirsê, kuştin, îşkence û girtinên li Kurdistanê bû, di sala 1999 de fermadeya (komûta) karanîna çekên kîmyawî ya li dijî Kurdan jî kiriye.”
BERLÎN