Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger a Girkê Legê bi armanca bîranîna Fermandarên YPG’ê  Serhed Qamişlo û Lewend Qamişlo yên di 19/20’ê çileya 2013’an de di berxwedana Serêkaniyê de jiyana xwe jidest dabûn, meşek lidar xist. Meş ji Meydana Şehîd Xebat Dêrik dest pê kir û li navê bazara Bajêr meşvan kom bûn. Li vir Endamê Kordînesyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Akif Şerîf axivî û di kesayeta Lewend û Serhed de hemû berxwedêrên gelê Kurd bibîr anîn. Piştre Endamê Desteya Hundirîn a Kantona Cezîrê (Wezîrê Hundir) Kenaan Berekat axivî û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hemû pêkhateyên herêmê pîroz kir û wiha got: “Em îro di rewşeke dîrokê re derbas dibin, ev rewş bi ked û berxwedana şehîdan hatiye bidestxistin.”

Li bajaroka Ebû Rasên a Dirbêsiyê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger civînek lidarxistin.

Li Efrîn û Kobanê meş

Tevgera Ciwanên Şorşger li navçeya Şera ya Efrînê bi vê aramanca bîranîna Fermandarên YPG’ê Serhed û Lewend Qamişlo meşek lidar xist, bi sedan endamên tevgerê yên navçeya Şera, Bilbilê û Şêrewa,  her wiha nûnerên saziyên sivîl beşdarî meşê bûn. meşvanên ku alên Kurdî hildan û bê navber durişmeyên dilsoziya bi şehîdan û YPG`ê û YPJ`ê re berz kirin, li kolanên bajêr geriya.
Di meşê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Srar, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Konfederasiyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz axaftin hatin kirin. Di axaftinan de Fermandarên YPG’ê Serhed û Lewend Qamişlo û hemû şehîdên şoreşê hatin bibîranîn û ragihandina Rêvebiriya Xwerseriya Demokratîk ya kantona Cezîrê jî hate pîroz kirin.
Meşa Ciwanan bi xwendina helbest, stran û dîlanê bi dawî bû.
Bi heman armancê Ciwanên Şoreşger li navçeya Raco a Efrînê jî meşek lidar xistin.
Tevegera Ciwanên Şoreşger li bajarê Kobanê jî bi vê munasetê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihandina Rêvebiriya Xwerseriya Demokratîk ya kantona Cezîrê  pîroz kir.
Di daxuyaiya ku bi beşdariya dehan ciwanên bajêr li pêşiyan navenda tevgerê hate xwendin de ev tişt hatin gotin: “Em ragihandina Rêvebiriya Xwerseriya Demokratîk ya kantona Cezîrê  li tevayî gelên Rojvayê Kurditanê pîroz dikin. ev proje dê bibe nimûneya demokrasiyê li Sûriyê. Ciwanan di daxuyaniya xwe de civîna Cenevre-2 ji ber ku Kurd bi şandeyeke serbixwe ne hatine vexwendin şermezar kirin.”
Daxuyaniya Ciwanan wiha bi dawî bû: “Beşdarên civîna Cenevre-2 nûneriya gelê Sûriyê û ya gelê Kurd jî nakin, lewma em wek gelê Kurd yê Rojvayê Kurdistanê radighînin ku biryarên Ceneve-2 me têkildar nakin.”

NAVENDA NÛÇEYAN