
Di daxuyaniya YPG'ê de hate diyarkirin ku êrîşa li gundê Zehir El-Ereb ê girêdayî bajarê Dirbêsiyê û herdu êrîşên xwekujiyê yên herêma Serêkaniyê nîşana berdewama hovîtiya çeteyan e. Yekîtiya welatiyên herêmê ji hemû pêkhateyan bi şervanên YPG’ê re hişt ku çete êrîşên xwe derbasî qonaxeke nû bikin û êrîşî welatiyên sivîl bikin."
Der barê helwesta gelê herêmê de di daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: "Em wekî hêzên YPG’ê piştî ku me bersiva êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî herêmê dan, em alîkariya hemû pêkhateyên herêmê ji şervanên YPG’ê re spas dikin. Em helwesta partiyên Kurdî û kesayetên êlên ereban û piştgiriya wan ji hêzên me re bi nirx dibînin. Li aliyê din em hemû helwestên aliyên ku erka parastina herêmê di bin hincetên vala de pêk naynîn, bê wate dibînin. Em dîsa ji wan re dibêjin ku banga me ji bo parastina herêmê ew e ku ji bo her kes cihê xwe di parastinê de bigire û li hemberî dijminên mirovahiyê ber xwe bidin. Banga me tu carî ne lewaziyek bû wekî ku hin aliyan xwestin wiha xuya bikin."
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em wekî hêzên YPG’ê careke din didin xuyakirin ku em ê ji bo parastina hemû pêkhateyên herêmê li dijî êrîşên hovane berxwedana xwe bidomînin. Em hemû planên li dijî herêmê vala derbixînin. Em ê li hemberî rêjîma Baasê û çeteyan ku ji aliyên hêzên tarî ve tên meşandin bi bin bixin."
Di dawiya daxuyaniya YPG'ê de wiha bang hate kirin: "Di dema ku em amadekariyên hemleyeke berxwedanê li dijî hemû êrîşên ku dibe pêk werin dikin, em bang li hemû pêkhateyan û di destpêkê de nifşê ciwanan dikin ku beşdarî çalakiyên parastinê bibin. Em bang li hemûyan dikin ku ji bo beşdarî nava refên YPG’ê bibin, amade bin."
SERÊKANIYÊ