Îcar berdevk û aqilmendên dagirkeran dikin qîrîn û hawar; li aliyekî şer bi awayê herî qirêj û gur dimeşînin, li aliyê din jî ji binî ve peyamên aştiyê dişînin û doza agirbestê dikin. Ligel şerê gur ê bi rêbazên qirêj, şerekî psîkolojîk jî tê meşandin. Piştî vê pêla şerê piralî, raya giştî banga agirbestê li aliyê kurd dike, tevgera kurdan şer yekalî radiwestîne, rayedarên tirk dîsa wekî ku tiştek tunebe tevdigerin û kuştina ciwanên kurd didomînin. Ev rewş her çend salan carekê dubare dibe.
Îcar ji ber ku hevdîtin hebûn, her kesî hêvî dikir ku ev rewşa berê dubare nebe. Lê mixabin dîsa heman tişt qewimî. Qasidên dewleta tirk çûn hevdîtinan, gelek soz dan, lê tu gav neavêtin. Heke berî hilbijartinê girtiyên ji doza KCK’ê bihatana berdan, benda ji sedî deh rabûya û mercên ku birêz Ocalan tê de ye baştir bûbûna, dê şer ji nû ve dest pê nekira û dê kes nehata kuştin.
Lê mixabin tu gav nehatin avêtin, gavên ku hatin avêtin jî ji bo têkbirina siyasî ya tevgera demokratîk a gelê kurd wekî çek hatin bikaranîn. Ji bo nimûne TRT 6 li şûna ku xizmeta aştî û çareseriyê bike, bû amûreke şerê li dijî kurdan. Di televîzyonên mîna TRT, Show Tv û Samanyolu TV de rêzefîlmên ku dijminatiya kurdan dikin hatin weşandin. Di dema hilbijartinê de ji bo ku rê li ber kurdan were girtin her cure dek û dolab hatin kirin. Her wiha di dema hilbijartinê de bi dehan ciwanên kurd hatin kuştin. Di encamê de em vegeriyan rewşa berê û şer ji nû ve gur bû.
Niha êdî ji bo qelemşûrên dagirkeran dem dema şerê psîkolojîk e. Êdî li şûna hibrê xwînê diniqutînin ser kaxizan. Divê bi awayekî zelal em bibêjin ku şer bi xwe çendî mafdar be jî tiştekî karekî xerab e, ji ber ku jiyana mirovan ji holê radike. Aliyên şer çendî pîvanên şer li ber çavan bigirin jî di encamê de bi domana şer re peşkên qirêj digihêjin wan. Lê dagirkeran di şerê xwe yê li dijî kurdan de tu pîvanên însanî û exlaqî li ber çavan negirtine û niha jî nagirin. Wisa xuya dike ku li bajaran piştî her çalakiya gerîla ew jî li gel direşînin û di encamê de çend kesên sivîl dikujin, piştre jî sûcê xwe dixin stûyê gerîla û dixwazin bi tîrekê du nîşanan hildin. Hinek çalakiyên şaş û helwesta rêxistina bi navê TAK’ê jî zimanê wan dirêjtir dike.
Di encamê de helwesta mirovên aştîxwaz diyar û aşkera ye. Divê li hemberî kuştina mirovan em dengê xwe bilind bikin. Kuştina mirovên sivîl jî bi tu awayî nayê pejirandin. Banga min bi xwe ji bo hinek qelemşûrên tirk ên ku bang li kurdan dikin jî bi vî rengî ye: Bila dewlet riya xebata demokratîk û siyasî heta dawiyê veke, bila girtiyên siyasî bêne berdan, di serî de qanûna li dijî terorê hemû qanûn li dijî mafên azadiya derbirîna ramanê û birêxistinbûnê ji holê bêne rakirin, heke dîsa jî aliyê kurd di şer de israr kir wê demê em bi hev re dakevin kolanan û dengê xwe bilind bikin.
Ew ên ku banga agirbesta yekalî dikin gelo amade ne ku berpirsiya kuştina ciwanên kurd ên ku di vê demê de bêne kuştin bigirin ser xwe? Heke ew vê yekê mîsoger dikin, em dikarin piştgiriya agirbesteke wiha jî bikin. Bila aliyê tirk li dijî her êrîşa ku hêzên dewletê tînin ser kurdan dengê xwe bilind bikin, dê gelê kurd jî li dijî êrîşên ku ji aliyê kurdan tên rabin ser piyan. Em kurd amade ne, heke hûn jî amade bin, fermo, kerem bikin.