Di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de bi şîara “Dengê xwezayê, ronahiya dîrokê û heqîqeta jiyanê” 3. Festîfala Filîman a Axtamarê dest pê kir. Di çarçoveya xebatên festîfalê de li Navenda Çandê ya Nûdayê atolyeya belgefilmanhat lidarxistin. Xebatên atolyeyên filman ên ku dê hefteyekê berdewam bike, bi rêveberiya Derhêner Ayşe Polat wê bidome.

Der barê festîfala filîman de Rojhilat Aksoy ê di organizeya wê de cih digire agahî da û got: “Xebatên atoyayê bi pêşengiya Derhêner Ayşe Polat rastî eleqeyek mezin hat. Ayşe ceribandinên xwe bi xwendekaran re parve dike. Wê çawan filmek bê kêşan, di her aliyî de agahiyan dide.”

WAN