Festîvala Muzîkê ya Kurdistanê îsal li Dusseldorfa Elmanyayê pêr hate lidarxistin.

Di festîvalê de bi tevahî 13 komên muzîkê hebûn û koma muzîkê ya Mezopotamya ya ji bajarê Saarbrucken bû koma yekemîn.

Festîvala Muzîk û Govendê ya Kurdistanê ku her sal ji hêla TEV-ÇAND’ê ve li Ewrûpayê tê lidarxistin, îsal bi rengê ‘govend’ê û ‘muzîk’ê ji hev hatin veqetandin.

Ji gelek bajarên Ewrûpayê 16 komên muzîkê tevlî festîvalê bûn. Festîval îsal diyarî ‘’Şehîd Mizgîn û Şehîd Sefkan’’ hate kirin. Di festîvalê de Koma Mezopotamya ya ji bajarê Saarbruckenê bû yekemîn û xelata Hozan Dilgeş standin ku beriya bi pêlekê jiyana xwe ji dest dabû.

Xelata rûmetê ji bo Hozan Dilgeş

Endamên Juriyê yê Festîvalê Hozan Diyar, Sosin Memo, Deniz Deman, Gulbahar Kavcu, Merdan, Memo û Mazlûm Rewşen bûn.

Li ser navê TEV-ÇAND’ê hevserok Cewad Merwanî û Şeyda Rojhilat di destpêkê de axivîn. Hevserokan bal kişand ser giringiya festîvalê, got, ev 30 sal in dewam dike û ‘mîrateya şehîdan e’ . Wan her wiha diyar kir ku armanca wan ew e ku tiştekî li çand û muzîka Kurdî zêde bikin.

Xelîl Xemgîn li ser navê Koma Berxwedanê axivî û diyar kir ku ew minetdarê Hozan Mizgîn û Hozan Sevkan in û got, ew ê şopdarên rêya wan bin. Piştî bernameyê ku tevahiya rojê dewam kir, endamê juriyê komên ku xelat girtin, diyar kirin. Koma Mezopotamyayê ya ji Saarbrûckenê, bû koma yekemîn û Koma Arîn bû duyemîn û Koma Robend jî xelata sêyemîniyê wergirt. 


ANF/DUSSELDORF