Mezintirîn çalakaiya çandê ya Kurdan a li Ewropayê Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, îsal cara 22. tê lidarxistin. Festîvala ku wê li bajarê Elmanya Dusseldorfê pêk were bi dirûşma "Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu" û "Şoreşa Rojava Rûmeta Kurdên Azad e!" tê lidarxistin.

Festîval ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) ve tê organîzekirin.
Festîvala îsal diyarî mirovên li Şengal, Rojava û Mexmûrê di encama komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, hat kirin. Festîvala ku beriya niha di atmosfera şahiyê de dihat organîzekirin, vê carê naverok û formata wê bi temamî hat guhertin û bi taybetî bernameyên bi naveroka şahî û kêfxweşiyê ji ber komkujiyên li Şengal û Rojava hatin betalkirin. Di festîvalê de wê li ser rewşa dawî ya li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn panel bên lidarxistin û bi armanca danasîna çanda Êzidî konekî mezin bê vedan. Li binê vî konî, li gel pêşengeha wêneyên komkujiya Şengalê, her wiha wê hevpeyvîn jî li ser vê baweriyê bên kirin.

Xwedî li Şengalê û Rojava derkevin

 Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç der barê xebatên amadekariyê yên 22. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de agahî da ANF'ê. Koç ragihand ku amadekariyên festîvalê gihaştiye asta dawî û bang li Kurdên li Ewropayê kir ku di 13'ê Îlonê de li Dusseldorfê bin. Koç da zanîn ku festîvala îsal di demeke krîtîk de tê lidarxistin û got, "Gelê me îro bi komkujî û qirkirineke mezin re rû bi rû ye. Çeteyên DAIŞ'ê yên hemû hêzên paşverû Yên navneteweyî piştgiriyê didin wan, di serî de li Şengalê, komkujiyê tîne serê gelê me. Li pêş çavê tevahiya cîhanê. Her kes bêdeng e. Em dikarin vê bêdengiyê ancax bi li hev kom bûnê, bi dawî bikin."
Koç ragihand ku ew ê festîvala îsal ji planên xwe yên berê cudatir pêk bînin û got, "Festîvala me ya îsal wê bi giranî di atmosfereke siyasî de derbas bibe. Ji ber ku me li dijî komkujiya li Şengalê biryareke bi vî rengî dan. Bêguman wê bernameya çandê jî hebe, lê belê hîn bêtir wê siyasî be. Bi vî rengî bi bername, beşdarî û atmosfera em derxînin holê re, em ê peyama xwedîderketina li Şengal û Rojava bidin."

’Divê qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin’

Yuksel Koç bal kişand ser nîqaşên li ser qedexeya PKK'ê ya li Ewropayê û di vê mijarê de ev nirxandin kir: "Bi taybetî rojava bi sempatiyeke mezin li PKK'ê temaşe dike. Ji ber ku berxwedana bêhempa ya PKK'ê li dijî DAIŞ'ê dide, ketiye rojeva cîhanê. Lê belê tevî vê yekê jî biryara qedexeya PKK'ê ya bi neheqî hat dayîn, bi salane dewam dike. Em ê di vê festîvalê de li hemberî vê jî dengê xwe bilind bikin. Em dixwazin Elmanya û Ewropa qedexeya li ser PKK'ê rakin. Her wiha gelê me wê di festîvalê de desteka xwe ya ji bo pêvajoya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, careke din bîne ziman."

Ji bo saziyên Kurd bang

Koç bang li rêxistinên Kurd ên li Ewropayê kir û got, "Rizgariya me di destê me de ye. Em çiqasî birêxistin bin û yekîtî di navbera me de hebe, em ê ewçend jî nêzî azadiyê bibin. Di bin vê berxwedana tevahiya cîhan bi sempatiyeke mezin lê temaşe dike de, rihê yekîtiyê heye. Lewma divê em vê baş fêm bikin. Bi vê wesîleyê banga min li tevahiya saziyên Kurd ev e: Bi rihê vê yekîtiyê tevlî 22. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 13'ê Îlonê bibin, ku em peyama yekîtiyê bidin tevahiya cîhanê. Em festîvalê diyarî Şengal, Mexmûr û Rojava dikin. Ji ber vê yekê em li bendê ne ku wê rojê hemû Kurdên li Ewropayê ji bo xwedîderketina li Kurdistanê li Dusseldorfê bin."

 ANF/DUSSELDORF