Festîvala Filmên Kurdî a Hamburgê îsal wê ji bo cara 9´an bi rê ve biçe. Festîvala ku sibe wê dest pêbike wê heta 4´ê Mijdarê dewam bike. Festîval diyarî Firaz Dag (Mehmet Aksoy) hat kirin ku 26´ê Îlona 2017’an li Reqayê şehîd bû.

Festîval wê bi galaya li Studyo Kino destpê bike û filma yekem jî kurtefilma bi navê “Panfilo” ya 22 deqîqeyî ye ku Mehmet Aksoy derhêneriya wê kiriye. Paşê Cemil Qocgirî wê muzîka xwe îcra bike. Filma bi navê Keçên Rojê ya derhêner Eva Husson heman rojê tê nîşandan.

Belgefilmên Rojava

Di roja duyem a festîvalê de filma derhîênerê Îtalî Luigi D’Alice a bi navê “Binxet-Rojava” û belgefilma Komuna Filman a Rojava a bi navê „Serpêhatiya bajarên hilweşiyayî” tên nîşandan.

Roja şemiyê bi xwe filmên bên nîşandan hemû diyarî Dayikên Şemiyê tên kirin. Di dema festîvalê de derhêner Medet Dilek, Eva Husson, Luigi D’Alice, Onder Çakar, Huseyin Tabak, Tahsin Ozmen, Veysi Atay, Aziz Çapkurt û lîstikvan Bilal Bulut jî wê amade bin.

Galaya festîvalê wê li Studio Kino ( Bernstorf str 93-95 22767) be û filmên mayî wê li semta Sternschanze li hola Kino 3001 bên nîşandan.

 

HAMBURG