Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, wê 16’ê Îlonê bi dirûşma “Azadî ji Serok Apo re, Statu ji Kurdistanê re û Aştî ji Rojhilata Navîn re” li bajarê Elmanyayê Kolnê were lidarxistin.
Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku yekemcar sala 1992’yan li bajarê Elmanyayê Bochumê bi rê ve çû û piştre her sal bi rengekî jirêûresmê bi rê ve
çû, îsal wê cara 25’an 16’ê Îlonê li bajarê Kolnê bê organîzekirin. Festîvala ku çanda Kurdî lê tê nasandin û axaftinên siyasî jî tên kirin, çalakiya herî mezin û demdirêj a Kurdên li Ewrûpayê ye. Festîvala ku salane qederê 100 hezar kesî beşdarî dibin, îsal bi dirûşma “Azadî ji Serok Apo re, Statu ji Kurdistanê re û Aştî ji Rojhilata Navîn re” tê lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN