Festîvala Çîrokan a Rojava a sêyemîn roja 6'ê Hezîranê li Navenda Çandê ya Mihemed Şêxo destpê kir û bi belavkirina xelatan li serketiyan, bi dawî bû. Di merasîma xelatdayînê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, Hevserokê Desteya Rêveber a Kantona Cizîrê Abdulkerîm Sarûhan û Alîkarê wî Huseyîn Ezam, Hevserokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo, endamên TEV-ÇAND'ê û gelê li herêmê amade bûn.

Di merasîmê de yekemîn, duyemîn û sêyemînên beşa çîrokan a bi Kurdî, Suryanî û Erebî diyar bûn. Xebatkarên festîval amade kirî jî nehatin jibîrkirin, û plaketa spasdariyê bû xelata wan.

Festîval bi rasthatina nivîsandina çîroka destpêkê ya Fûat Temo (6'ê Hezîrana 1912'an) ku weke nivîskarê destpêkê yê çîroka Kurdî tê naskirin, di 6'ê Hezîranê de tê lidarxistin.


55 çîrokên wêjeyî ji beşdaran re hatin xwendin

Di festîvalê de 55 çîrokên bi zimanên Kurdî, Suryanî û Ermenî ji beşdaran re hatin xwendin û nivîskarên serketî hatin xelatkirin.

Di beşa çîrokên bi Kurdî de Zinarîn Diyar bû yekemîn, ku çîroka wê ya bi navê "Di navbera Jiyan û Mirinê de" qala keçeke piçûk a wehşeta DAIŞ'ê dîtî dike ku bi tirsên xwe re rû bi rû dibe.

Ji Komîteya Amadekar xebatkara Desteya Çand û Hunerê Rûken Xelîl di merasîmê de axivî û got, jinan hîn bêhtir cihê xwe di festîvala îsal de girtiye û xelat jî bi dest anîne, lewma ew gelekî kêfxweş in.

Zinarîn Diyar a di beşa çîrokên Kurdî de bû yekemîn anî ziman ku ew tevlî her sê festîvalan bûye û par jî di vê pêşbirkê de bûye yekemîn. Diyar got, "Wergirtina xelata yekemîniyê ya cara duyemîn, baweriya min a bi xwe zêdetir kiriye. Berê hin fikarên min li ser nivîsandinê hebûn. Lê her ku min nivîsand, ez bi xwe hesiyam." 


 QAMIŞLO