Festîvala yekem a bi sirûda ‘Faşîzmê Hilweşîne, Xwezayê Biparêz’ ku li ser îtifaqa Ciwanên Enternasyonalîst hate lidarxistin. Ji gelek bajarên Ewropayê ciwanên Kurd û enternasyonalîst tevlî festîvalê bûn.

Ciwanên Kurd û enternasyonalîst meşiyan û di destê wan de şoreşgerên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne hebûn, wêneyê Rêber Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ’ê bilind kirin.

Di meşê de bi dengekî bilind tim dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re hatin gotin û peyamên piştevaniyê hatin dayîn.

Piştî meşê li ser navê îtifaqa Ciwanên Enternasyonalîst Marîûs Sackers axivî û bal kişand ser amadekariyê festîvalê, diyar kir ku ev festîval wê di pêvajoya pêşiya me de ji bo yekîtî û piştevaniyê bibe gaveke mezin.

Piştre jî ji welatê Baskê koma muzîkê ya Lardy derket ser dikê. Li aliyekê konser hate dayîn li aliyê din tîmên bi navê SV Kurdistan BV û Azadî Wûppertal ji bo yekemîniyê lîstin. Ciwanên Azad a Parîs li gel Athlethîc Amed ji bo sêyemîntiyê hatin pêşberî hev.

Piştî Lardy Koma Siyabend a Kurd derket ser dikê û tevî barana zêde jî coş kêm nebû û govend hate gerandin.

Piştî demek kin a navberadayîna muzîkê li ser navê koma ciwanan a Yoûng Strûggle axaftin hate kirin û bal kişand ser reng, coş û hêza festîvalê.

Piştre jî koma govendê derket ser dikê û bi cilên gelerî govend û reqs gerandin. Piştre jî Hunermenda Kurd Xecê derket ser dikê. Piştî demekê hunermendê Kurd ê hîp-hopê Serhedo jî hunera xwe pêşkêş kir. Li du wê bavê şervana enternasyonalîst Anna Campbell a li Rojava şehîd bû Dîrk Campbell axivî. Campbell anî ziman ku wê heta dawî li ser şopa Anna be.

Her wiha di dewama festîvalê de peyamên YDG, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Bask û Katalanê hatin xwendin. Di peyaman de bal hate kişandin ser têkoşîna enternasyonalîstan.

Dîsa şanoya ji aliyê Jinên Ciwan ên Azad ve hatibû amadekirin û balê dikişîne ser sîstema mêr hate nîşandan.

Piştre jî Hunermend Mikaîl Aslan, Huseyîn Bozbayir derketin ser dikê.

Tîma SV Kurdistan bû yekem, BV Azadî Wûppertal bû duyem û Athlethîc  Amed jî bû sêyemîn.

Di dewama bernameyê de  lîstika stranc, dîsa lîstikên zarokan, lîstika tenîsa mêze, panel û sergî hatin nîşandan. Eleqeye ji bo vê ya welatiyan pir zêde bû. Di festîvalê de ku eleqe pir bû bi hunera rapê ya S. Castro bi coş dom kir.

ANF/EÛSKÎRCHEN