Di bêşa pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj de fîlmên wekî “Rev” (Der: Mehmet Emîn Timur), “My Own Life” (Der: Adnan Akdag), “Drum” (Der: Keywan Karimi), “The Swallow” (Der: Mano Xelîl), “Mala Bê Ban” (Der: Soleen Yusef), “Rauf” (Der: Bariş Kaya, Soner Caner), “Bîranîna Hespa Reş” (Der: Shahram Alidi), “Dust Cloth” (Der: Ahu Ozturk), “Veşartî” (der: Ali Kemal Çinar) hene. Her wiha fîlmê Husên Hesen “Reşeba” jî di beşa nîşandayînê de cihê xwe digire.
Belgefîlm û kurtefîlm jî tên nîşandan
Di beşa pêşbaziya belgefîlman de jî gelek belgefîlm hene. “The Kurdish Dream-War or Peace” (der: Kae Bahar& Claudio Von Planta), “Çinara Spî” (Der: Kazim Oz), “Bihuşta Min” (der: Ekrem Heydo), “Gulistan, Land o Roses” (Der: Zaynê Akyol), “The Girl Who Saved My Life” (der: Hogir Hirori) belgefîlmên vê beşê ne. Ji bilî van, belgefîlmên “Maryam the Last Season” (Der: Tayebe Babaei), “I Dance with God” (der: Hoşeng Mîrze) û “Bîra min têt” (der: Selîm Yildiz) jî li derveyî pêşbaziyê wê bê nîşandayîn.
Her wiha di beşa kurtefîlman de jî qederê deh kurtefîlman wê bên nîşandayîn.
Xelata Yilmaz Guney
Her wiha, beşek ji sînemaya dinyayê, 8 fîlm dê bêne nîşandayîn û yên bi ser bikevin dê Xelata Yilmaz Guney bigirin. Filmên di vê beşê de ketine pêşbaziyê, ev in:
* My Father’s Wings (Der: Kivanç Sezer, Tirkiye)
* Amama: When a Tree Falls (Der: Asier Altuna Iza, Spanya)
* Go Home (Der: Jihane Chouaib, France, Swîsre, Belçîka)
* Heavenly Nomadic (Mirlan Abdykalykov, Kirgizistan)
* Lost and Beautiful (Pietro Marcello, Îtalya)
* Nahid (Ida Panahandeh, Îran)
* Virgin Mountain (Dagur Kári, Îzlanda, Danîmarka)
* Walking Distance (Alejandro Guzman Alvarez, Meksîka)
DUHOK