Festîvala Filman a Kurd li Frankfurtê cara duyemîn tê li dar xistin û festîvalê bi muzîka Kurdî û xwarinên Kurdî pêr bi şev dest pê kir. Festîval wê bi piştgiriya Filmforumê heta bi 20´ê Îlonê li taxa Hochstê dewam bike.
Meclîsa Jinê Amara festîvalê organîze dike, Leyla Karadeniz axaftina destpêkê a festîvalê kir û ji ber elaqeya roja pêşî ya ji festîvalê re malavahiya xelkê kir û sînemavanên filmçêkirî pîroz kir. Karadeniz îşaret bi girîngiya filmên bi Kurdî kir û got, "Bi xêra van filman em dengê xwe digihînin dinyayê. Em dibêjin, em hene, hûn nikarin tiştekî li dijî vê bikin. Çi dibe bila bibe, em ê dev ji reng, ziman û çanda xwe bernedin. Peyamên di filman de nîşan didin ka nexasim zimanê Kurdî diji bo zarokên me çiqasî girîng e."
Karadeniz di dema axaftina xwe de, elaqeya têkoşîna azadiyê û çalakiyên hunerî danî û got, "Em destekê bidin filmên Kurdî, bi zimanê xwe bipeyivin, li televizyonên xwe temaşe bikin û rojnameyên xwe bixwînin".
Filmên destpêkê hatin nîşandan
Di roja yekem a festîvalê de filma Xaniyê bê ban a derhêner Soleen Yusef, filma Dil Leyla ya derhêner Asli Ozarslan hatin nîşandan. Filma Xaniyê bê ban behsa serpêhatiya xwişk û birayên bi navê Jan, Alan û Liya dike ku li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûne û li Elmanyayê mezin bûne. Ji bo wesiyeta dayika xwe bicihbînin berê xwe dane Başûrê Kurdistanê. Dil Leyla bi xwe behsa jiyana şaredara ji wezîfeyê hatî dûrxistin a Cizîrê, Leyla Imret dike. Temaşevanên Kurd û Elman elaqe nîşanî filman da
Festîval wê heta 20´î Îlonê dewam bike û film wê li Filmforum a li Hochstê bên nîşandan. Bernameya mayî jî wisa ye:
* 16´ê Îlonê
Saet 16.00’an Xaniyê bê ban
Saet 18.30’an Gulistan
Saet 20.30’an Bîranîna hespa reş
* 17´ê Îlonê
Saet 15.00’an Were dengê min
Saet 18.30’an Yeşil Kırmızı Amedspor
Saet 20.30’an Alaya bê welat