Leyîstik û spora qedîm a Kurdî wek ‘Gurzan’, ‘Helûkên-Şilî Mili’, Zorabazî-Hefra’, ‘Qemçan’ û ‘Gorewîbazî-Gustîle’ beşek ji leyistikên festîvalê bûn. Herwiha bi dehan leyistikên din jî hatin leyistin. Di vê derbarê de Cîgirê Beşê Karûbarên Xwendekarên Sine Mistefa Qadirmezî ji BasNewsê re got: “Yekemîn Festîvala Leyistik û Spora Qedîm û Navçeyî bi serpereştiya Zanîngeha Sine birêve çû.” Derheqa armanca festîvalê de jî Qadirmezî wiha axifî: “Armanc zindîkirina kultura qedîm a leyisikên folklorî, nasnameya navçeyî, girîngîdan bi spora ciwanan û şahiyên folklorîk e. Em dixwazin bi festîvalên wiha peywendî di navbera Kurdistan û navçeyên din ên Îranê de çêbibe û haya gelên din ên nav Îranê ji kultura Kurdî hebe û binasin.”
SINE