12. Festîvala Jinê ya Zîlan a Navneteweyî ya ku weke her salê ji bo bîranîna Zîlan (Zeynep Kinaci) a sala 1996’an li Dersîmê çalakiya fedaî li dar xistî, îsal li bajarê  Elmanayê Dortmundê bi bernameyeke dewlemend û beşdarbûna girseyî hate lidarxistin.

Danê sibehê, meydana festîvalê bi afîşên rengûreng, al, poster, wêneyên şervanên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûyî hat xemilandin. Bi hezaran jinên Kurdistanî yên ji bajarên cuda yên Elmanya û welatên din ên Ewrûpayê, dostên Kurdan beşdar bûn û bi cil û bergên xwe yên çandî û gelerî meydana festîvalê xemilandin.


‘Zîlan manîfestoyek e, rêyek e’

Rojeva festîvala îsal li ser berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistan û bi şîara “Li Qadên Xwerêveberiyê Têkoşîna Azadiyê Bilind Bikin” hate lidarxistin.

Bi axaftinên siyasî yên panelan, hunermendên Emerîkaya Latîn, muzîkên ji çar aliyên Kurdistanê û govendan, bernameyeke dewlemend hebû.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka TJK-E Dilşah Osman, Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn û Hevseroka Civaka Îslam a Kurdistanê (CÎK) Hatîce Tûrhalli wek qiserker beşdarî festîvalê bûn.

Hevseroka DTK’ê Leyla Guven ji Amed, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Cizîr, Hezex, Silopiya û tevahî Kurdistanê silav jinan re anîn û got: “Ev 12 sal in hûn li vir vê festîvalê pîroz dikin, tevî zoriyan jî li ser lingan in, xwedî lê derdikevin, ji ber ku weke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibû; Zîlan manîfesto ye, rêyek e. Ji ber vê em bi hêvî ne. Ew çiqasî komplogeriyê bikin jî, tevî sînoran jî, em ne çar parçe ne, em yek in, em nêz dibin, nikarin me tine bikin.”


‘Em ê bimirin lê em teslîm nabin’

Guven destnîşan kir ku li Bakurê Kurdistanê Kurdan xwerêveberî îlan kirine, weha dewam kir: “Xwerêveberî weke şîrê dayikan li Kurdan helal e. Mehmet Tûnç, Asya, Pakîze, Sêvê û Fatma gotin ‘em ê bimirin, lê dîsa jî em teslîm nabin.’ Kurd wê şopdarên wan bin.”

Endama TJK-E Dilşah Osman jî di axaftina xwe de got: “Gelê Kurd bi giştî li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe dide, bi taybetî serkeftina li Rojava dewleta Tirk dîn dike, ji ber vê ye êrîşkariya wan. Ji bîr dikin, di bingeha vê berxwedanê de Mazlûm Dogan, Sakîne, Leyla, Zîlan hene.”


‘Têkoşîna jinê wê dîrokê binivîsîne’

Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn jî got, “Em mil bi mil ve têdikoşin, ji ber vê em kêfxweş in. Ez bi hestên Mûnzûr Baba, Duzgun Baba û Dayika Fatmayan we silav dikim. Dîrok her tim bi seknên bi rûmet wê were bibîranîn. Zîlan jî yek ji wan e. Dîrokek tê nivîsandin, têkoşîna jinê wê vê dîrokê binivîsîne.”

Hevseroka CÎK’ê Hatîce Tûrhalli jî weha axivî: “Di ayetên Qûranê de di mabeyna mêr û jinê de ti ferq nîne. Di wir de yek ol, ziman, fikrandin ti carî nîne. Her kes wekhev e.”

Di bernameya çandê ya festîvalê de koroya zarokan a Saarbrucken, Hunermanda Macar Petra Geştî, Ayfer Duzdaş, Rojda, koma folklora jin a TEV-ÇAND’ê, komên folklorê yên ji her çar aliyên Kurdistanê, dansên gelê Hîndû, Gaby Baca, koma jinên Êzîdî derketin ser dikê. Mîhrîcan berê êvarê bi gerandina govendê bi dawî bû. 


 ANF / DORTMUND