Serokê Desteya Bilind a Navenda Lalişê ya Kulturî û Civakî Şamo Şêxo ragihand ku, “Festîval dê bi durişma ‘Laliş jêdereke paqij a rêrewa rewşenbiriya Kurdî ye’ dest pê kir. Ev festival wek adeteke salane bi rê ve diçe. Digel jimareyek lêkolînerên Kurd û biyanî, lêkolînerekî Misrî jî dê babeteke taybet bi ola kevin a Kurdan û Êzîdiyan pêşkêş bike.” Navenda Lalişê di sala 1993’an de hatiye damezrandin û baregeha wê ya sereke li Duhokê ye û li hemû navçeyên Êzdînişîn liq û nivîsgehên wê hene û zêdetirî 4 hezar û 500 endamên wê hene. Festîvala Lalişê ya Rewşenbîrî dê 2 rojan dom bike ku di çarçoveya festîvalê de çendîn korên kulturî û dîrokî yên li ser Êzîdiyan tên sazkirin û çalakiyên hunerî û korên helbestxwendinê tên sazkirin. Di roja dawîn a festîvalê de dê xelat bi ser çend beşdarbûyên festîvalê de bên dabeşkirin.
AKnews