Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê 8´ê Îlonê li bajarê Elmanyayê Dinslaken pêk were.

Endamê Platforma Efrînê ku wê festîvalê organîze bike, Mahmut Davud got, festîval wê bi organîzasyona 93 rêxistin, sazî û dezgehan bi beşdariyeke mezin bi rê ve biçe. Davud got, wê ji bo her herêmê ji bo ku çanda xwe ya herêmî bidin nasîn meydan û cih veqetandî be.

Mahmut Davud wekî din got, li ser navê TEV-DEM´ê Aldar Xelîl wê weke axaftvan beşdarî festîvalê bibe.

Amadekarî temam in

Serokê Tevgera Nûxwaz a Kurdistanê û endamê Komîteya Amadekar a festîvalê Dr. Rizgar Qasim jî got, amadekariyên wan bi dawî bûne û wiha peyivî: “Ji bo ku em tecrîda şidandî ya li dijî Ocalan, dagirkeriya Efrînê bi dinyayê bidin bihîstin, em bidin zanîn ku em li cem gelê Efrînê ne, em festîvala xwe bi şîara ‘Ji bo aştî û demokrasiyê ji Ocalan re azadî’ û ‘Xwedî li efrînê derkeve’ li dar dixin.

Em gelê xwe yê li Ewrûpayê, ji bo ku li ber hemû êrişan rabin, vedixwînin festîvalê da ku nerazîbûna xwe nîşan bide.”

Berna me dewlemend e

Di festîvalê de hunermendên ser bi TEV-ÇAND’ê, Mikail Aslan, Efkan Şeşen, Chopî, Hozan Dîyar, Hozan Mizgîn wê derkevin ser dikê. Albumên bi îmzeya Mîr Muzîkê jî wê ji aliyê hunermendan ve li ser dezgehan bên îmzekirin. Ji bo zarokan jî bernameyek heye ku wê bi çavdêriya pedagogan bi rê ve biçe li cihekî ji zarokan re veqetandî de.

Kesên ku wê çavê xwe li Gundê Kurdan bigerînin, wê dîsa Gundê Kurdan bibînin.



 NAVENDA NÛÇEYAN