Helwesta Başûr
Her wiha li gorî çavkanî û malperên başûrê Kurdistanê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji Ewrupayê bi telefonê pêwendî bi serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê a karbirêker kiriye û ferman derkiriye ku hêzên pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêmê di amadebaşiyê de bin lê belê bi tu awayî zêdegaviyê nekin û li sînorê Kurdistanê dernekvin. Bi rastî ev helwesta başûr jî fikarên bi heman rengî di serê mirov de çêdike û dihêlke ku mirov bifikire gelo ev planekbû ji bo biçekirina DAIŞ’ê û haya rêveberiya başûrê Kurdistanê jî ji vê yekê heye?
Çekan dibin Sûriyeyê
Çekdarên DAÎŞ’ê ku bajarê Mûsilê û çend navçeyên din ên Iraqê kontrol dikin, çek û otombîlên leşkerî yên ku dest danîne ser dibine Sûriyê. Malperên nêzîkî DAÎŞ’ê li ser Twitterê û Facebookê nivîsandine ku gelek otombîlên leşkerî, Hummer û topxane û çekên din ên giran ji Iraqê birine Sûriyê.
Li gor heman malperan, duh DAÎŞ’ê çend otom bîlên leşkerî û topxane birin bajarokê Til Hemîsê yê li başûrê bajarê Qamişlo ku di bin kontrola çekdarên DAÎŞ‘ê de ye.
Malperên nêzîkî DAÎŞ’ê wêneyên wan otombîlan belav kirine û di wêneyekê ji de Ebû Omer el-Şîşanî ku yek ji fermandarên DAÎŞ’ê li Sûriyê ye, derdikeve, dema siwarî Hummerekê leşkerî ya artêşa Iraqê dibe, lê cihê wî nehatiye aşkerekirin.
Serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî ragihandibû ku çekdarên DAÎŞ’ê li Mûsilê dest danîne ser gelek çekên giran ên artêşa Iraqê, di nav de 2 helîkopter jî hene.
Daxuyaniya Malîkî
Li gorî hin malperên iraqî Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li hember wan fermandeyên artêşê yên di şerê Mûsilê de “xemsarî” kirine lêpirsîn daye destpêkirin. Şêwirmendekî Malikî jî dibêje, dibe ku hinek fermandarên artêşê “bên bidarvekirin”. Lê ev yek jî bi rastî nayê zanîn gelo Malikî vê daxuyaniyê dide da ku li ser plana xwe ya bi DAIŞ’ê re veşêre an jî wê berpirsiyariyê bavêje stûyê çend fermandarên xwe. Li gorî zagona Iraqê Malikî di heman demê de serfermandarê artêşê ye.
NAVENDA NÛÇEYAN
Gel ji Mûsilê reviya
Rêxistian Koçberiyê ya Navneteweyî (OIM) da xuyakirin ku êrîşên çeteyên dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li hemberî Mûsilê û bi destxistina vê herêmê ji aliyê vê komê ve bûye sedem ku zêydeyî 500 hezar kes malên xwe biterikînin û birevin.
OIM ku rêxistineke navneteweyî ya serbixwe ye û navenda wê li Cenevre ye daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ekîbên OIM ên li herêmê ragihandin ku piştî êrîşên dawiya hefteyê û piştî Fellûceyê ji dest çûyîna Mûsilê, zêdeyî 500 hezar kesên ji bajêr û derdora wê neçarî koçkirinê hatine hiştin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li bajêr ajotina wesayîtan hatiye qedexekirin, mirov bi peya direvin û hat destnîşankirin k li derdora Mûsilê kêmasiya peydakirina ava paqij tê jiyîn, rezervên xwarinê jî kêm bûne.
OIM’ê da zanîn ku li herêmê li ser sê bingehan tevgera sivîlan tê jiyîn: Ji nava Mûsilê ji qiraxê rojava yê Çemê Dîcleyê ber bi qiraxê rojhilat, ber bi herêmên din ên wîlayeta Nînovayê û ber bi Herêma Kurdistanê. OIM’ê diyar kir ku dema mirov bi malbata xwe bin destûr ji wan re tê dayîn ku derbasî Kurdistanê bibin.