Berken Bereh di panela “Serboriya Qonaxên Helbesta Kurdî” de ya ku li navçeya Amedê Bismîlê li pirtûkxaneya El-Cezerî pêk hat, axivî û got fikra milletbûnê bi Ehmedê Xanî dest pê kiriye û her wiha mirov dikare bêje ku pirtûka wî ya “Nûbihara Zarokan” yekemîn berhema pedagojîk a zarokan e.

Li Bismilê wêjehezên Kurdî di çarçoveya “Rojbihêrkên Wêjeyê” de helbestvanê Kurd Berken Bereh vexwendin panela “Serboriya Qonaxên Helbesta Kurdî”

Wêjehezên Kurdî li navçeya Amedê Bismîlê li pirtûkxaneya El- Cezerî du hefteyê carekê nivîskareke/î Kurd dikin mêvanê xwe û li ser wêjeya Kurdî radiwestin. Mebest ji van çalakiyan di civakê de hayjêhebûn û geşedana wêje û zimanê Kurdî ye. Çalakiya vê heftê bi mijara “Serboriya Qonaxên Helbesta Kurdî” bi beşdarbûna helbestvanê Kurd Berken Bereh hat lidarxistin. Bereh, li ser serboriya helbesta Kurdî û di helbestê de bîra neteweyî rawestiya û got, “Dema em li dîroka xwe vedigerin, em dibînin ku helbesta Kurdî ji helbesta Îngilîz, Alman, Faris û Ereban ne qelstir û lawaztir e.”  Bereh, ji beriya zayînê heta roja îro di sê qonaxan de li ser serboriya helbesta Kurdi û di helbesta Kurdî de bîra neteweyî rawestiya. 


‘Helbestvanên jin ji yê mêr bêhtir bûn’

Bereh helbesta Kurdî di sê qonaxan de rave kir. Di qonaxa yekem a beriya Îslamê de, li ser helbesta Yaresanî ya bi zaravayên Lorî û Hewramî hatiye nivîsandin rawestiya û diyar kir ku di vê qonaxê de helbesta Kurdî bi piranî ji aliyê jinan ve hatiye afirandin û got, “Tiştekî balkêş e, beriya 1500 sala, 1600 salan jinên Kurd di afirandin û nivîsandina helbesta Kurdî de ji mêran bêtir bûn. Ev bi rastî jî tiştekî pir balkêş e. Sedema vê yekê dîn e. Ji ber ku di dînê Yaresaniyan rîtuelên çi olî, çi edebî û çi çandî de jin her li pêş bûne. Tu tixûb û sînor di navbera jin û mêran de tune bû. Niha jî ev şopên Yaresaniyan li hin deverên Kurdistanê xwe didin der.” 


‘Ya Melayê Cizîrî di heman demê de îsyanek bû’

Di qonaxa duyem a ji dema mîrektiya heta sedsala 19’min de, Bereh ji Baba Tahir Uryan, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî heta Hecî Qadirê Koyî serboriya helbesta Kurdî li gor şert û şirûtên sedsalan vegot. Diyar kir ku di vê qonaxê de alaya işqê ya ku Cizîrî ji Baba Tahir girt, bi serbilindî li ba kir û got, “Cizîrî dibêje ‘Ger lû’lê mensûr ji nezmê tu dixwazî/Wer şi’ra Mela bîn te bi Şîrazî çi hacet’ eger tu li wê tegeha işqê dinihêrî yê ku ew işq ji nûve pênase kiriye, nasnameyek jê re dîtiye ez im. Şîrazî ew kesê ecem e ku ne hewceyî tu herî xwe pê ve bigirî. Eger tu dixwazî were xwe li min bigire. Ev îsyanek e di heman demê de. Xwedîlêderketina li nasnameyekê ye. Em dibînin ku fikr û hizra netewebûnê hêdî hêdî aşkere dibe.” 


‘Li dinyayê fikr û hizra milletbûnê bi Xanî dest pê kiriye’

Di vê qonaxê de Bereh da zanîn ku Ehmedê Xanî yek ji wan helbestkar û zanyaran e ku li dinyayê yekem car hizr û fikra milletbûnê pê dest pê kiriye û wiha peyivî, “Ez îdîa dikim ku li dinyayê fikra milletbûnê bi Xanî dest pê kiriye. Lê dîroka ku li me ferz dikin, dibêjin bi ronesansê, bi Şoreşa Frensî, 1789’an, bi Jean-Jacqqûes Roûsseaû(1712-1778) dest pê kiriye. Lê em dibînin ku Xanî di 1660’î de dema Mem û Zînê dinivisîne, di wir de fikr û hizra milletbûnê îşaret dike, destnîşan dike.”Her wiha Bereh dest nîşan kir ku li cîhanê yekem berhema pedagojîk a ji bo zarokan jî ji aliyê Xanî ve hatiye nivîsandin û wiha got, “Ez dîsa bala we dikêşim yekem berhema perwerdehiyê ya ji bo zarokan tê îdiakirin ku ‘Emîle’ ye ya ji aliyê J.J. Roûsseaû hatiye nivîsandin. Na. Ew pirtûk piştî Xanî bi 150’î salî hatiye nivîsandin û pirtûk ne ji bo zarokan ji bo dê û bavê zarokan e. Lê ‘Nûbihara Biçûkan’ a Xanî rasterast ji bo zarokan e.” 


‘Cegerxwîn ferhenga helbesta Kurdî guhert’ 

Bereh di qonaxa helbesta Kurdî ya sêyemîn de ji Cegerxwîn heta ya roja îro vegot. Diyar kir ku Cegerxwîn helbesta Kurdî ya di qesr û koşkan de asê mayî ji erş hanî ferş û wiha peyivî: “Cegerxwîn kiras û ferhenga helbesta Kurdî guhert. Ew helbesta di bin tesîra Îslamiyetê de bi peyvên Erebî û wezna erûzê dagirtî û li medreseyan ji bo beg û mîrektiya dihat nivîsandin, rûxand. Bi form, şêwaz û dengekî din helbest ji nû ve nivîsand. Helbesta bi fikra neteweyî ya ku bi Ehmedê Xanî dest pê kir û hat Hecî Qadirê Koyî û ji Koyî xwe gihand Cegerxwîn êdî bû şûrê berxwedanê. Cegerxwîn nabêje ez belengaz im û nizanim çi me. Rasterast dawe û doza li cengê û şer dike. Dibêje, ‘Ka Kurdistana min ka?....Ez ê herim şer ez ê herim ceng, dayê tu megrî.’ Yanî helbest di destê Cegerxwîn de dibe çek.”


‘Helbesta Kurdi ji yên din ne qelstir û lawaztir e’ 

Bereh diyar kir ku divê ew wek Kurd li dîroka xwe vegerin, ew kî ne, bav û kalê wan çi kirine û dinya çawa şîrove kirine û got: “Ger em bi vê hişmendiyê li helbesta Kurdî binihêrin, helbesta Kurdî di qada cîhanê de xwe dispêre sedan salan. Ji helbesta Îngîlîz, Alman, Faris û Ereban ne qelstir û lawaztir e. Gelek kes helbesta Kurdî dibin beriya zayînê bi 300 salan.”

Çalakî bi helbestxwendin, pirsan û destnîşankirina pirtûkan bi dawî bû. Her wiha dê çalakî bi awayekî peryodîk 2 hefteyan carekê bên lidarxistin. 


 DÎHA/AMED