Rêveberiya dewleta Tirk, ji ber êxistina teyareya Rûsyayê lêborîn xwest. Bi Îsraîlê re jî peymana hevkariyê îmze kir. Erdogan û berdevkên AKP’ê gotinên xwe yên ku ev 6 sal e li Îsraîlê re dikin û her wiha yên ku ev 7 meh in li Rûsyayê re dikin; gişt ji nişkeve ji bîr kirin, tavilê dest bi gotinên ‘dostaniyê’ kirin. 

Herkes dizane ku Erdogan û rejîma wî ya him li derve û him jî li hundir xitimî ye, mecbûr ma ku van gavan bavêje...

Êdî tenê bi polîtîka û hişmendiya Erdogan ve girêdayî niqaşkirina pêşketinên siyasî yên li Tirkiyê, mirov nagîhinê ti analîzên rast. Daxwaz, hişmendî û armancên wî li hêlekê; lê li hêla din dema mirov analîzekê li ser rewşa siyasî ya Tirkiyê bike, gereke vê yekê ji rewşa navnetewî bêbandor hilnegire dest. 

Bi pêşketinên van rojên dawî careke din aşkere dibe ku di siyaseta Rojhilata Navîn de her gav gorî pragmatîzmê tê avêtin û di siyaseta serdestan de ti nirxên mirovî û wijdanî tune ye...

Tirkiyê ti caran bi Îsraîlê re têkîliyên xwe qut nekirin. Piştî pirsgirêka ‘Marmaraya Şîn’ û ‘One Minut’ê jî têkîlî û hevkariya wan bi her awayî bê rawestandin berdewam kir. Ji ber ku rêveberiya her du dewletan bi siyaseta neteweperestiyê bandora xwe li ser xelkê zindî dihêlin; li jor bi hev du re qîre qîr dikin, lê li jêr bi her awayî hevkariyê berdewam dikin. 

Her du dewletan jî di pirsgirêka Sûriyê de li dijî rejîma Esad û bandora Îranê heman polîtîkayê bi rêvebirin, pêşiya DAÎŞê vekirin û piştgirî dan wê. Hevkariya Tirkiye, Îsraîl, Erebîstana Siûdî û Qatarê sedemê hovîtiya ku îro li herêmê li serê mirovahiyê bûye bela ye.

Ji nû ve pêşxistina pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê jî ji hêla Kurdan ve ne nîşana xêrê ye. Tirkiye her pêwendiyên xwe yên dîplomatîk li dijî Kurdan û xwedîstatûbûna wan bikartîne û ji îro şûnde jî wê vê helwestê berdewam bike.

Êrîşa dawî ya DAÎŞê ya li Balafirgeha Atatûrk a Stenbolê careke din nîşan da ku li Tirkiyê ji bo jiyaneke aram, azad û ewle li bendêmayîna ji rejîma Erdogan û hêzên derve naîftiyek e. Rejîma Erdogan, DAÎŞ heta îro li Rojava li dijî Kurdan bikaranî, niha jî ewê li Tirkiyê rolekî wek bêdenghiştina xelkên li Tirkiyê bilîze.

Helbet bi van pêşketinan aşkere dibe ku benê Erdogan bi her awayî ketiye destê hêzên serdest. Lê divê neyê jibîrkirin ku ne tenê Îsraîl û Rûsya, herwiha dewletên rojavayî yên mîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Yekîtiya Ewropayê (YE) jî di siyasetên xwe yên bi Tirkiyê re pragmatîk in û rewşa Kurdan û binpêbûna mafê mirovan û nirxên demokrasiyê ne ti xema wan e.

Li hember fetisandina jiyana civakî ya li Tirkiyê ji derve ti deng dernakeve û wer xuya ye ku ji îro şûnde qet dernakeve. Ne şewitandina gund û bajarên Kurdan û qirkirina Kurdan, ne dojehbûna jiyana xelkê ya li seranserê Tirkiyê, binpêkirina mafên mirovan û nirxên demokrasiyê ji îro şûnde jî nabe xema ti dewletên serdest û saziyên navnetewî... 

Çare tenê di destê Kurd û hêzên demokrat ên li Tirkiyê de ye. Derbarê vê yekê, hên nizm be jî hinek dengên bi hêvî bilind dibin. Çend roj berê ‘Koma Diyalogê’ ya ku ji çend parlamenterên berê yên CHPî, HDPî, BDPî û SHPî û nûnerên saziyên sivîl pêk tê ji bo ‘avakirina eniya demokrasiyê’ hatin cem hev. Piştî civîna komê ya ku di 28’ê hezîranê de, tê aşkerekirin ku ji bo ‘Kongreya Yekîtiyê ya ji bo Demokrasiyê’ amadekarî hatiye dest pê kirin...

Ji bo pêşîgirtina hên wêdetir dojehbûna jiyana li herêmê û avakirina jiyaneke aram, wekhev, adilane û azad hevkarî û piştgiriya hêzên demokratîk û aştîxwaz pir girîng e. Lê helbet ev wê bi piştgirîdayîna bi têkoşîna Kurdan re dest pê bike…