Enrico Del Gamba: Rêwîtiya yekê hema piştî rizgarkirina bajêr bû. Min keysa xwe lê anî xelkê bajêr nas bikim. Sefera diduyan çêtir bû. Bajar di nava çend salan de bi awayekî mirov ecêbmayî bihêle, ji nû ve hatibû avakirin.

REWŞAN DENÎZ

Enrico Del Gamba li bajarê Îtalyayê Livornoyê, di ajanseke vîdeo û peywendiya civakî ya bi navê Orange Tape de filmçêker û derhêner e. Derhênerê 31 salî ji bo bajarê xwe Livorno dibêje, “Bajarê lê dimînim û ji dil û can dilsozê wî me”. Wî di belgefilma xwe “Sulla strada per Kobanê” (Li ser rêya Kobanê) de behsa rêwîtiya xwe ya ji Livorno ber bi Kobanê ve kiriye. Belgefilm 9’ê Çile temam bû, li Livornoyê û gelek bajarên Îtalyayê hat nîşandan. Lê gelek nîşandanên filmê ji ber pandemiya şewba vîrusa koronayê hatin betalkirin. Enrico Del Gamba dibêje, “min welê hîs kir, divê ez rastiya tecrûbeya xwe ji bo ku rastiya miletê Kurd nîşan bidim, bibêjim.” Em pê re li ser ha vê tecrûbeya wî peyivîn. Derhênerê ciwan jî bi şewba vîrusa koronayê ketibû, lê ew niha plan dike, van çend rojên li pêşiya me belgefilmê online belav bike û dahata wê jî ji Rojava re bişîne.

Te biryara belgefilma li ser Kurdan çawa da?

Belgefilm çîrokeke şexsî ya wezîfeyên insanî û roportajên vîdeo ye ku di navbera 2015-2019’an de çêbûn. Min sala 2015’an keça Kurd a ji Sûriyê Sebah û malbata wê nas kiribû. Min têkiliyeke xurt bi wan re danî û min dixwest behsa serhatiya wan bikim. Lê belê fikra çêkirina belgefilmê piştî vegera Îtalyayê li cem min peyda bû.

Sala 2015’an di dema wezîfeya xwe ya pêşî ya alîkariya insanî de min dîmenên Heyva Sor a Kurdistanê - Îtalya Onlus girtin da ku nîşan bidim alîkariyên xelk dikin, çawa tên bikaranîn. Lê tişta hatî serê min ez guhertibûm. Gava vegeriyam Îtalyayê dema ku min ji bo kampanyayên alîkariya insanî yên komeleyê vîdeo çêdikirin, ez pê hisiyam ku materyalên min gelek in. Êdî ku sal bihurîn, min pêwîst hîs kir tecrûbeya xwe bibêjim; ji bo ku rastiya miletê Kurd nîşanî wan kesan bidim ku weke min ew nas nedikirin.

Te têkoşîna Kurdan çawa nas kir?

Serokê Heyva Sor a Kurdistanê - Îtalya Onlusê Alîcan Yildiz, li bajarê ez lê, nêzî mala min dikaneke kebaban vekiribû. Ji bo kebaban bixwim, ez diçûm wir. Ez pê hisiyam ku fikrên muhim ên Alîcan li ser jiyanê hene. Bi her halî ew cihê bû ji mirovên ku min nas dikirin. Beriya bê Îtalyayê tiştên giran hatibûn serê wî.

Serhatiya wî pirr tesîr li min kir. Gava wî behsa miletê Kurd ê di navbera Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê de parçekirî, kir, di medya û çapemeniyê de hîna zêde behsa têkoşîna Kurdan li dijî DAIŞ’ê nedihat kirin. Sala 2015’an gava behsa alîkariya insanî hat kirin, min xwest weke xwebexş pê re biçim. Min xwest bi xwe biçim û hîn bibim ka çi diqewime, bi xwe alîkariya insanî bikim.

Lê çi kir ku tu belgefilmê çêkî?

Ya min timî aliyê insanî yê meseleyê bû. Ya ku kir ez belgefilmê çêkim jî ev bû. Doza miletê Kurd, çawa ez lê serwext bûm, doza miletekî ye ku malên wî tên bombekirin, zimanê wî tê qedexekirin. Ji bo wê min xwest bişopînim, alîkariyê bikim û fikr, bawerî çanda Kurdan nîşan bidim. Ez vê dozê weke têkoşînekê û weke teahudeke divê hevpar be dibînim.

   

Ji bo te bû tecrûbeyeke çawa?

Nexasim sefera yekê ya keşfê pirr kela canê min rakir. Çaxê mirov dikeve nav rewşeke ji ya ji mirov re adetî ye, tesîra wê gelekî xurt e. Bi mehan mirov hîs dike, divê ez bikim ku ez bi kêr bêm. Piştî vegerê min dît, ez di nava du dinyayan de mame. Zehmet bû ku ez tiştên min dîtî û hatî serê min li ber jiyana rojane ya li Îtalyayê bînim.

Di dema çêkirina belgefilmê de çi zehmetî hebûn?

Zehmetiyên objektîf ên girtina dîmenan li herêmên şer hebûn. Ji vê û wêde, hebûna rêberên bawerî bi wan bê, tevgera li gorî qaîdeyên çandî yên deverê zehmet bûn. Pê re jî avakirina xebateke bi dîmen û deng ne rehet bû. Roberto Luti û Eleonour Forniau muzîka filmê çêkirin, axir zehmet bû grafîk, roportaj, sêwirandin, sêwirandina deng, sererastkirina rengan û birêxistinkirina seferan zehmet bûn. Lê ez pê serfiraz im jî.

Bextê min xweş bû, di sefera yekê de Giacomo Sini jî hebû. Giacomo nûçegihanekî pispor ê Rojhilata Navîn e; ew mamosteyekî bêqisûr bû. Ji bo ku li van deverên harîqulade tevbigerim wê rêbaz hînî min kirin.

Ev karê min ê yekê ye. Berê di warê filmçêkeriyê de tecrûbeya min nebû. Di dawiyê de bi saya serê îradeyê û wan mirovên bawerî bi projeyê anî, min karî bibim serî. Ez nexasim divê malvahiya filmçêkerê ji Sardunyayê Amerigo P. Neri (Ame Pix) bikim.

Zehmetiyeke din jî ew bû ku ez li pişt kamerayê bim û behsa serhatiyeke şexsî bikim. Lê ji ber ku min ev kir jî ez bextewer im.

Te Kurdistan dît, seferê û mirovan çi tesîr li te kir?

Ez weke rêwî carekê çûm Bakurê Kurdistanê, carekê jî çûm Başûrê Kurdistanê. Ez du caran jî li Rojava bûm. Lê armanca min her carê xwe gihandina Kobanê bû. Belgefilm mekanek e; ew mekanê ku min gelek heval lê danîn. Ew hevalên ez hêvî dikim di demeke kurt de wan ji nû ve bibînim. Rêwîtiya yekê hema piştî rizgarkirina bajêr bû. Min keysa xwe lê anî xelkê bajêr nas bikim. Daxwaza ji nû ve destpêkirinê, vegera li jiyanê hebû.

Sefera diduyan çêtir bû. Bajar di nava çend salan de bi awayekî mirov ecêbmayî bihêle, ji nû ve hatibû avakirin. Mirov li ya adetî vegeriyabûn. Ji bo projeya wan a siyasî û civakî hêvî û serfirazî li her derî dihat hîskirin. Lê ew tirs û siya hikûmeta Tirk li ser bû; çawa ku piştî vegera min a Îtalyayê bi çend mehan xwe da der.

Te li Livorno belgefilm nîşan da, elaqeya xelkê çawa bû?

Gelekî baş bû. Di nîşandana yekê de ji ber ku milet gelek bû, gelek kes li derveyî holê man. Ji bo wan me miracaeta nîşandaneke din a filmê kir. Rexne erênî bû. Ev nîşan dide ku xelkê Livorno beramberî pisgirêkên cidî hestyar in. Mirov tên cem hev û ji bo armanceke baş alîkariyê dikin, ev tiştekî xweş e. Dahat jî me ji bo alîkariya lezgîn a ji bo Bakur û Rojhilatê Sûrî, da Heyva Sor a Kurdistanê - Îtalya Onlusê. Belgefilm paşê li Mîlano, Floransa, Pisayê jî hat nîşandan. Mixabin ji ber pandemiya Covid-19’ê gelek nîşandanên belgefilmê hatin betalkirin. Lê piştre em ê ji nû ve filmê li gorî plana xwe nîşan bidin.