
TOLÎN HESEN / TÎRAST CÛDÎ / ANHA / ŞEHBA
Rewşa civaka Sûriyê û trajediya wê ya piştî krîza siyasî û şerê navxweyî, helwêstên komên çekdar ên ku bi navê cuda li hemberî sivîlan derketin holê, herî dawî jî ew kêliyên ku gelên Bakurê Sûriyê, dest bi rêxistinbûyîna xwe kirin, di filma El-Mesîr ango “Çarenûs” de tên vegotin.
Berpirsyarê çêkirina filmê Ehmed Hemîdo ye û derhêrnerê wê jî Ebdulrehman Hemîdo ye. Ehmed Hemîdo dibêje, fikra çêkirina vê filmê sala 2013‘an pê re çêbûye. Ehmed Hemîdo balê dikişîne ser rewşa pirr zehmet a nexasim jî li Helebê ji ber gelek komên tundraw, û dibêje, “Van koman dest werdida her çalakiyê yan jî xebateke çapemeniyê û ragihandin li gorî siyastên dewleta Tirk didan bikaranîn.” Ji ber wê jî Ehmed Hemîdo, ji tirsa wan komanan film hingê çênekiriye.

Li herêmên QSD´ê azadiya film çêkirinê
Ehmed Hemîdo piştî êrişên hêzên rêjîmê pêşî diçe Idlibê û paşê destpêka 2017‘an xwe digihîne herêmên Şehbayê ku di bin kontrola QSD´ê de ne. Ew li vir êahidiyê lê dike ku dikare bi azadî filekê çêke û ji ber vê dest bi nivîsandina senaryoyê dike. Paşê jî dest bi girtina dîmenên filmê kiriye û êdî film amade ye ku bê pêşandan.
Di filmê de mijara destpêka şoreşa gel, komên çete yên ser bi El-Qaîde yên ku şoreş ji xeta wê derxistî û hêzên herî çalak ên ku şerê terorê dikin hatiye amadekirin.
Ebdulrehman Hemîdo jî dibêje, film peyamek e, ji bo civaka Sûriyê da ku rastiya bûyerên li Sûriyê ragihîne. Li gorî wî, ev film nîşan dide ku rewşa heyî ne wekî di nûçeyan yan jî bernameyên siyasî û analîzên eskerî de ye.
Filma El-Mesîr li kantona Şehbayê ji aliyê Ajasa Point a ragihandinê û hin pisporên di ware ragihandinê de hat çêkirin. Lîstikvanên filmê jî ekîpeke herêmî ne.
Tê payîn ku 5‘ê mehê ango îro, film li salona Jîn Efrîn a kantona Efrînê saet 12:00‘an bê nîşandan.