
Festîvala Dueymîn a Filman a Rojava bi rasthatina salvegra Komkujiya Sînema Amûdê pêk hat û di navbera 13 û 17 Mijdarê de li Qamişlo, Amûdê, Hesekê, Serê Kaniyê û Dêrikê bi nîşandana filman bi rê ve çû.
Di encamê de wek efilma herî baş “Berxwedan Jiyan e” hat hilbijartin.
Di festîvalê de 77 film hatin nîşandan û festîval bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû. Filma bûyî yekemîn Berxwedan Jiyan e, bi derhêneriya Apo W. Bazidî hatiye çêkirin.
Xelat jî bi giştî hatin diyarîkirin li rojnamevan-derhêner Firaz Dag (Mehmet Aksoy) ê 27´ê Îlonê li Reqayê jiyana xwe di êrişa DAIŞ´ê de jidest dayî.
77 film hatin nîşandan
Di nava endamên juriyê de derhênerê navdar Fatîh Akin û sînemavan û kameramanê Meksîkî Diego Quemada jî hebûn. Endamên juriyê hem ji ber ambargoyê û hem jî ji ber pirsgirêkên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, nekarin biçin Rojava. Ji ber wê jî li welatên lê li filman temaşe kirin. Di nava 5 rojan de 35 jê kurtefil li 77 filman hat temaşekirin. Di festîvalê de filmên li ser berxwedana Şengal, Kobanê û Şoreşa Rojava jî hatin nîşandan.
Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokrtatîk Bakurê Sûriyê Hediye Yûsiv îşaret bi destpêka festîvalê kir û pê re komkujiya sînema Amûdê şermezar kir.
Berxwedana Kobanê layiqê yekemîniyê bû
Piştî axaftinê, xelat gihiştin xwediyên xwe. Filma “Berxwedan Jiyan e” ya li ser jiyana keçekê ku di dema berxwedana Kobanê de tevî malbata xwe li Pirsûsê di wargeha Arîn Mîrkan a penaberan de bi cih bûyî, bû baştirîn filma festîvalê. Derhîner Apo Bazîdî yê li Tirkiyeyê, ji ber ambargoya Tirkiyeyê nekarî biçe Rojava û xelata xwe wergire. Ji ber vê jî bi rêya peywendiya-vîdeo beşdarî merasîmê bû. Sînemavanên din ên xelat wergirtî jî, bi heman rêbazê beşdarî merasîmê bûn.
Di beşa belgefilman de filma Hadî Ehmedî ya bi navê ‘Dada Saltaneh’ bû duyemîn. Di beşa kurtefilman de filma Salem Salavatî ya bi navê “Pale Miror (Neynika rengjêçûyî)” bû yekemîn, filma Mohammadî Razînî ya bi navê “Lafav Iraj” jî bû duyemîn. n QAMIŞLO