Komeke ciwanên Kurd ji bo ku balê bibin ser têkoşîna rojnamevanên Kurd ên li Rojava, bi derfetên kêm kurtefîlmek amade kir. Kurtefîlm di mîhrîcaneke kurtefîlman a li Iraqê de hate nîşandan.

Navê kurtefilmê ‘Rojnamevan’ e. Li herêma Serêkaniyê beriya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir bike, hate kişandin.

Film balê dibe ser têkoşîna rojnamevanên Kurd ên li Rojava, şopandina şer û êrişên li ser herêmê ji hêla çeteyên DAIŞ‘ê ve yanî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê û berxwedana gel a li hemberî van êrişan. Di film de diyar dibe çawa rojnamevan di oxira ragihandina heqîqetê de canê xwe didin.

Derhênerê kurtefîlmê Mehran Ebdo ye, senaryo Fatme Ehmed nivîsîsiye û kamere û montaj jî karê nûçegihanê ANHA´yê Besil Reşîd e. Lîstikvan jî zarok û ciwanên ji Rojava ne.

Film li Mîhrîcana Ewlehiya Civakî ya li parêzgeha Besra ya ser bi Iraqê hate nîşandan. Tê payîn ku ev kurtefîlm di destpêka sala 2020‘an de di Mîhrîcana Merakişê ya Navneteweyî ya kurtefîlman li Mexrîbê de were nîşandan.

 

ANHA/QAMIŞLO