Xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê belgefilmek bi navê "Tecrîdê" ya ku berxwedana girtiyên siyasî yên li hemberî polîtîkayên tecrîdê vedibêje çê kir. Derhênerên belgefilmê diyar kirin ku ev xebat wan kesan nîşan dide ku di bin dengê çekan de govendê digerînin. 

Xwendekarên Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Akdenîz a Antalyayê, bi xebateke kollektîf li ser girtîgehên Tîpa F, Komkujiya 19'ê Kanûnê û li ser polîtîkayên tecrîdê yên li ser girtiyan tên ferzkirin, bi navê "Belgefilma Tecrîdê" belgefilmek amade kirin. Derhêneriya belgefilmê xwendekarên bi navê Mahmut Atilgan û Turgay Koksal kirin.


'Berxwedana rûmetê ya girtiyan'

Yek ji derhênerên belgefilmê Turgay Koksal der barê projeyê de got, wan ev xebat weke projeya mezuniyeta ji zanîngehê çêkiriye û weha peyivî: "Em di belgefilmê de rojiyên mirinê, Berxwedana 19'ê Kanûnê û berxwedana girtiyên siyasî ya li hemberî zextên dewletê vedibêjin." 

Koksal da zanîn ku di belgefilmê de ji siyasetê wêdetir hewl dane ku rewşa însanî nîşan bidin û weha dewam kir: "Me jî xwest em nîşan bidin ku girtiyên siyasî ji bo rûmeta mirovahiyê li ber xwe didin. Me xwest em nîşan bidin ku zindan cihên herî mezin ên berxwedanê ne."


Dîtina  lehengên belgefilmê

Derhênerê din ê belgefilmê Mahmut Atilgan jî anî ziman ku dema dest bi belgefilmê kirine destpêkê bi girtiyên bi salan li girtîgehan mayî re hevdîtin kirine. Atilgan bilêv kir ku xwestine xwe bigihînin lehengên belgefilmê û piştî ku ev kes peyda kirine jî xebat ji xwe ber herikiye. 


'Di bin dengê çekan de govend gerandin'

Mahmut Atilgan gotinên Eyuphan Başaran ê ku di belgefilmê de cih girtiye destnîşan kirin û got, "Gotinên Başaran ên 'Di 19'ê Kanûnê de me di bin dengê çekan de govend digerand' berxwedana wan tîne ziman. Dîsa Nesîm Ozkan digot 'Ji bo me êşkenceya herî mezin şewitandina pirtûkên me bû.' Ev gotin têkoşîna girtiyên siyasî û baweriya wan a berxwedanê radixe ber çavan."


Pêşandana belgefilmê wê li gel vekirî be 

Atilgan diyar kir ku wan di nav şert û mercên giran de û bi kêm derfetan belgefilm çêkiriye lê di heman demê de îfade kir ku bêderfetî divê nebe hinceta nexebitînê. Atilgan herî dawî da zanîn ku pêşandana belgefilmê wê li bajarên wek Amed, Dêrsim, Wan, Îzmîr, Enqere, Stenbol, Antalya û Mersînê were kirin û hemû pêşandan wê li gel vekirî bin. 


 DÎHA / ANTALYA