
Filmê ‘Zer’ di Festîvala Filman a Antakyayê de hêjayî sê xelatên mezin hate dîtin.
Di Festîvala Filman a Antakyayê de ku cara pêncan e tê lidarxristin, ji welatên cuda yên cihanê 95 film hatin nîşandan. Şeva dawî ya festîvalê pêr êvarê pêk hat. Xelatên rûmetê yên festîvalê radestî Selda Alkor, Nûrî Alço û Tûgrûl Meteer hatin kirin.
Filma ‘Zer’ a derhêner Kazim Oz, di kategoriyên ku namzet hate nîşandan de 3 xelat wergirtin û bû filma ku herî zêde xelat ji şevê wergirtî: Filma herî baş, Senaryoya herî baş û Derhênerê herî baş bûn yên ‘Zer’ê.
Ji bo Dîlek Dogan
Film qala çîroka Jan dike, ku ji New Yorkê ber bi Dêrsimê ve dikeve nava lêgerîna ber bi dîrokeke hatiye tepisandin û jibîrkirin.
Derhêner Kazim Oz dema xelat wergit, got, “Ez vê xelatê diyarî wê jina çavbedew Dîlek Dogan dikim, ku şevekê ji xew hate hişyarkirin û hat kuştin.”
Dîlek Dogan a 24 salî, 18’ê Cotmeha 2015’an di dema operasyona polîsan de li mala xwe ji aliyê polîsên Tirk ve hatibû kuştin.
Filma Zer, Mijdara bihurî di 66. Festîvala Filman a Navneteweyî ya Mannheîm-Heîdelbergê de hêjayî xelata temaşevanan û FIPRESCI hatibû dîtin.
STENBOL