Festîvala 7’emîn a Belgefilman ´FîlmAmed´ îro dest pê dike û heta 12’ê Gulanê jî wê dewam bike. Bi giştî 44 film wê bên nîşandan û her wiha derhênerên 20 filman jî jin in.

Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn îsal ji bo cara 7´an Festîvala Belgefilman FilmAmedê li dar dixe. Bernameya festîvalê diyar bû û festîval di navbera 8-12’ê Gulanê de bi rê ve diçe. Wê sînemahez di festîvalê de li gelek belgefilm û filman temaşe bikin.

44 Film tên nîşandan 

Belgefilmên li ser mijara “Koçberî” û “Berxwedana jinan û çîrokên afirandina cihaneke nû” dê di festîvalê de cih bigirin. Bi giştî 44 film wê bên nîşandan. Yek ji taybetmendiya filmên îsal ew e ku ji 44 filman derhênerê 20 filman jin in. Film di çarçoveya festîvalê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û li Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê tên nîşandan.

Festîval wê bi nîşandana belgefilma “Ez şoreş im” dest pê bike. Di nava filman de ya li ser Komuna Film a Rojava, belgefilma “Kokên ji nûve hatine pênasekirin”, “Şeva Xîzê”, “Mayîna Rû Bi Rû”, “Kî Ji Vî Re Got Na”, “Ne Havîne Ne Jî Zivistan”, “Bişkoka Sedef” jî hene.

 

JINNEWS / AMED