Komek derhênerên Emerîkî, jiyana gerîlayên HPG û YJA STAR´ê yên ku li  bajarê Başûrê Kurdistan Kerkûkê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin, dike fîlm. 

Derhênerê fîlmê Matthew Charles Hall derbarê hatina xwe ya ligel gerîlayan got: “Ez derhênerê filmê mê, ji Eyaleta Kalîforniya ya AEerîka hatime. Ev cara yekemîne têm Rojhilata Navîn. Em ligel çend hevalan hatine ji bo fîlmeke dokumenterî çêkin.”

Derhênerê fîlm Matthew Charles Hall derbara naveroka fîlmê de agahî dan û wiha peyivî: “Mijara fîlma me şerê li dijî DAIŞ’ê û ew kesên şerê DAIŞ’ê dikin e. Navê fîlma jî The Longest Road e (Rêya herî direj). Herwiha em ê behsa rewşa penaberan û Kurdistanê jî bi giştî bikin.”

Hall got, berê havalên wî li Iraqê tevlî şer bûne û got: Ev filma em amade dikin, rêyeke hezkirinê ye. Me çek neanîne ji bo em xizmetê bikin, lê em bi rêya hezkirinê xizmetê dikin.”

Derhênerê filma The Longest Road derbarê PKK’ê de jî wiha axivî: “Min PKK weke hêzeke pêşketî dît. Ne wekî tu ligel hêzeke terorîst a weke DAIŞ’ê bênî beramberî hev. PKK hereketeke ji bo mafên gelê xwe şer dike.” 

Berî niha jî gelek rojnamevan û derhênerê fîlman serdana gerîlayên HPG û YJA STAR ên li eniya Kerkûkê kirin. Gelek dokumenter û rapor li ser jiyana wan hatine amadekirin.



DİYAR CUMA /AZAD SERXWEBÛN/ROJNEWS/KERKÛK